Ji Ewropa heta Asyayê: Kurdistan bala geştyarên biyanî dikşîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê bi xurtkirina jêrxana xizmetguzariyan û pêşkêşkirina derfetên taybet ji bo veberhêneran, bala geştyarên ji welatên Kendav, Ewropa û Rojhilatê Asyayê dikşîne. Li gorî amaran, sîmaya geştyariyê li Kurdistanê guheriye û rêjeya geştyarên biyanî gihîştiye %25an.

Rêveberê Bazarkirinê li Desteya Geştyariya Herêma Kurdistanê Sirwan Tofîq diyar kir, hebûna aramiyê, çêkirina rêyên standard û yasayên taybet ên veberhênanê sîmaya geştyaran guherandiye. Tofîq destnîşan kir, berê rêjeya geştyarên biyanî tenê %10 bû, lê niha ev rêje nêzîkî %25 bûye û geştyarên ji welatên Kendav, Asya û Ewropayê berê xwe didin Kurdistanê.

Geştyarî: Stûna sereke ya dahatê

Di bin sîwana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê a bi serokatiya Mesrûr Barzanî de, geştyarî bûye yek ji stûnên stratejîk ên dahatê. Di 7 salên dawî de, li Herêma Kurdistanê bi bihayê 22 mîlyar dolar veberhênana navxweyî û biyanî hatiye kirin.

Ji vê birê, pişka şêr ketiye kerta geştyariyê; bi qasî 7 mîlyar û 684 mîlyon dolar di 100 projeyên geştyarî de hatine xerckirin. Ev rêje %35ê tevahiya veberhênana li Herêmê pêk tîne û ev proje li ser rûberê zêdetirî 4 hezar doniman hatine avakirin.

Şoreşa jêrxanê: Rê û Bendav

Hikûmetê ji bo geşepêdana vê kertê giranî daye jêrxana avê û rêyan. Di 7 salan de 23 pond hatine çêkirin û 58ên din di qonaxa cîbicîkirinê de ne. Niha li Kurdistanê 97 pond û 4 bendavên mezin hene ku sîmayeke xwezayî ya bêwêne didin Herêmê. Sirwan Tofîq da zanîn ku plana wan heye li dora van bendavan, seyrangeh û keprên geştyarî ava bikin.

Herwiha di warê gihandê de, 2 hezar û 681 kîlometre rê bi budceya trîlyonek dînarî hatine nûkirin û 2 hezar û 445 kîlometre rêyên nû jî di qonaxa avakirinê de ne. Çêkirina pira û şahriyên modern bandoreke rasterast li ser zêdebûna hejmara geştyaran kiriye.

Plana Stratejîk a 2030î

Desteya Geştyariyê xwedî planeke stratejîk e ku heta sala 2030î hatiye amadekirin û ji aliyê Serokatiya Encûmena Wezîran ve hatiye pesendkirin. Ev plan baştirkirina kalîteya xizmetguzariyan, bilindkirina şarezayiya hêza mirovî û geşepêdana jêrxana li dora avan lixwe digire.

Li gorî amaran, tenê di bêhnvedana Cejna Qurbanê de zêdetirî %90ê otêlên Kurdistanê tijî bûn. Parêzgeha Hewlêrê di rojên cejnê de pêşwaziya 112 hezar geştyaran kir. Her wiha hat ragihandin ku di 4 mehên pêşîn ên îsal de, 861 hezar geştyar serdana sînorê parêzgeha Hewlêrê kirine.