Parastina Şaristanî ya Hewlêrê plana parastina zeviyên genim û ceh radigihîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Parastina Şaristanî ya Hewlêrê plana rêveberiya xwe ya ji bo parastina zeviyên genim û ceh di dema werzê dûrînê de aşkere kir. Heta niha ji ber rênimayan, ti bûyereke şewatê nehatiye qeydkirin.
Berdevkê Parastina Şaristanî ya Hewlêrê Muqadem Şaxewan Seîd îro 1ê Hezîranê di daxuyaniyeke de ragihand, wan ji 15ê Gulanê ve planeke hûr û kûr ji bo parastina keda cotyaran xistiye warê cibicîkirinê.
Şaxewan Seîd diyar kir, "Li wan bajar, qeza û nahiyeyên ku navendên parastina şaristanî lê hene, me 12 tîmên pispor bicih kirine, herwiha me yekîneyên hêzên 'Zêrevanî' li derdora paytext Hewlêrê bicih kirine, da ku bi awayê 24 saetan di amadebaşiyê de bin."
Derbarê rênimayên parastinê de, berdevkê Parastina Şaristanî destnîşan kir, beriya destpêkirina werzê dûrînê, wan li navçeyên Şemamk, Quştepe, Benislawe, Xebat û hemû herêmên çandiniyê rêze-semînerên hişyariyê dane xwediyên patoz û cotyaran.
Herwiha hat gotin ku kopiyên rênimayan û hejmarên telefonê yên hawarhatinê li cotyaran hatine belavkirin, da ku di dema her rewşeke nexwestî de rasterast têkiliyê bi tîmên wan re deynin. Seîd diyar kir jî, heta niha ti bûyereke şewatê li zeviyên herêmê nehatiye tomarkirin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Muqadem Şaxewan Seîd hişyariya tund da wan kesên ku dibin sedema şewatan û got: "Hevahengiyeke me ya tam bi hêzên Polîs û Asayîşê re heye. Di dema her şewatekê de, em ê aliyên peywendîdar agahdar bikin û dê rêkarên yasayî yên tund li hemberî wan kesên ku bi zanebûn an jî ji xemsariyê dibin sedema şewitandina berhema cotyaran, werin girtin."