Pizîşkiyan: Amerîka û Îsraîlê pêvajoyên dîplomatîk ên li navçeyê asteng kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di peywendiyeke telefonî de ligel Serokwezîra Japonê, amadehiya welatê xwe ji bo dabînkirina ewlehiya deryayî û parastina Tengava Hurmizê nîşan da. Pizîşkiyan her wiha Amerîka û Îsraîl bi têkdana dîplomasiyê û astengkirina geştiyariya navdewletî tawanbar kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Îranê, îro Duşemê 1ê Hezîrana 2026an, Mesûd Pizîşkiyan ligel Serokwezîra Japonê Sanae Takaichi peywendiyeke telefonî encam da. Di vê peywendiyê de peywendiyên dualî û rewşa dawî ya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Pizîşkiyan diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê her dem dîplomasiyê wekî rêya herî bibandor a çareserkirina pirsgirêkan dibîne, lê rexneyên tund li Washington û Tel Avîvê girtin. Pizîşkiyan got: "Mixabin aliyên mîna Amerîkayê bi paşvekişîna ji sozên xwe û Îsraîl jî bi tevgerên xwe yên nearam, pêvajoyên dîplomatîk rûbirûyê astengiyan kirine."

Serokkomarê Îranê herwiha nîgeraniya welatê xwe ya kûr li ser "binpêkirina berdewam a agirbestê li Libnanê" û awarebûna welatiyan anî ziman. Herwiha destnîşan kir ku piştevaniya siyasî û leşkerî ya Amerîkayê ji bo Îsraîlê, sedema sereke ya têkçûna aramiyê ye.

Derbarê ewlehiya deryayî de, Pizîşkiyan garantî da Japonê ku welatê wî ji bo hêsankirina tevgera keştiyan kar dike û got: "Em hewl didin ku rêya derbasbûna keştiyên Japonî bi hêsanî û bê pirsgirêk were dabînkirin."

Pizîşkiyan bal kişand ser wê yekê ku Îran ji bo hêsankirina geştiyariya deryayî amade ye, lê "astengî û sînordariyên ku Amerîka li ser bazirganî û geştiyariya Îranê sepandine" wekî pirsgirêka sereke binav kir.

Di dawiya axaftina xwe de, Pizîşkiyan dubare kir ku Tehran her çi ji destê wê bê dê bike, da ku çûnûhatina deryayî li Tengava Hurmizê asayî bibe û ewlehiya vê rêya stratejîk a cîhanî were parastin.