Projeya Rûnakî: 3 mîlyar dînar daxistin ji bo welatiyan tên vegerandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Eliktrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya serastkirina pêvajoya fatûrekirinê de, 3 mîlyar dînar wekî daxistin ji bo 118 hezar aboneyên malan vedigerîne. Wezaretê herwiha aşkere kir, niha zêdetirî %85ê welatiyan bi riya "Projeya Rûnakî" xwediyê eliktrîk 24 saetî ne.
Wezareta Eliktrîkê îro 1ê Hezîrana 2026an, daxuyaniyek kir û tê de diyar kir, ev biryar piştî tespîtkirina hinek xeletiyan di pergala nû ya fatûrekirinê de hatiye girtin. Li gorî daxuyaniyê, nêzîkî 118,000 malbatên ku di sê mehên pêşîn ên Projeya Rûnakî de bi temamî ji daxistinê sûdmend nebibûn, dê mafê xwe werbigirin.
Wezaretê da zanîn, ev birê daxistinê (3 mîlyar dînar) dê di fatûreyên mehên bê de were hesabkirin, an jî eger deynên berê yên aboneyan hebin, dê ji wan deynan were kêmkirin. Ew welatiyên ku di Projeya Rûnakî de hatine tomarkirin, dê bi riya peyamên kurt (SMS) li ser hûrgiliyên daxistinê werin agahdarkirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser serkeftina Projeya Rûnakî û hat gotin: "Heta îro nêzîkî 5.5 mîlyon welatî, ku dike zêdetirî %85ê nifûsa Kurdistanê, bi riya vê projeyê xwediyê eliktrîka 24 saetî ne."
Li gorî daneyên wezaretê, bi pergala nû %80ê welatiyan, bi taybetî çîna hejar û kêmderamet, li gorî berê (eliktrîka nîştimanî + molidên taybet) dravê kêmtir didin.
Projeya Rûnakî di Mijdara sala 2024an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû ragihandin. Armanca projeyê ew e ku heta dawiya sala 2026an hemû mal û cihên bazirganî yên Herêma Kurdistanê bibin xwediyê eliktrîka 24 saetî.
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di Gulana borî de bi yekdengî ev proje pesend kiribû û niha qonaxên dawî yên projeyê li seranserî Herêmê berdewam dikin.