Nahît Eren careke din bû Serokê Amedsporê
Diyarbekir (K24) – Amedsporê kongreya xwe ya hilbijartina serokatiyê ya asayî li dar xist û Nahît Eren careke din wek serok hat hibijartin. Rêveberiya nu ya Amedsporê bal kêşand, ewê berî her tiştî hewil bidin di Superlîgê de bibin tîmek mayînde û paşê jî serkeftinên nû yên dîrokî bidest bixin. Herwiha rêveberiya nû ya Amedsporê amaje kir ku ewê bi awayekî berdewam nûnertiya hemû kurdan bikin.
Amedspora ku bi serkeftineke dîrokî derket Superlîga Tirkiyeyê li Diyarbekirê kongreya xwe ya serokatiyê ya asayî li dar xist. Di kongreyê de Nahît Eren tenê wek namzet hatibû destnîşan kirin û bi wergirtina hemû dengan Nahît Eren careke din bû serokê Amedsporê. Di kongreyê de 300 hilbijêran dengên xwe bo serok û rêveberiya nû ya Amedsporê bi kar anîn. Di axaftinên kongreyê de bal hate kêşan ku Amedsporê di serdema borî de 524 milyon lîre dahat bi dest xist û niha jî 62 milyon lîre deynê wê heye û di tebaxê de ew deyn jî tê girtin. Serokê Amedsporê da zanîn ku Superlîgê de jî dê armanca wan ew be ku di rêzên pêş de cih bigirin û di Ewropayê de jî nunertiya xwe bidomînin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren ji K24ê re got: “Em di Superlîgê de tîmek nû ne, cara yekem e emê di Superlîgê de bilîyzin, armanca me ew e ku em bibin şampiyon û di ewropayê de jî nûnertiya kurdan bikin.”
Di axaftinên kongreyê de hat ragihandin, dê heta 5ê tîrmehê pirraniya transferên nû werin pêkanîn û rêveberên Amedsporê jî anîn zimên ku ewê li ser nûnertiya nasnameya kurdî ya Amedsporê berdewam bin û dê Amedsporê bikin dengê hemu kurdên cîhanê.
Yek ji damezrênerên Amedsporê, Cemal Dogrul got: “Di Amedsporê de dê gelek tişt werin guherîn lê ya ku newe guherîn bawerî ye ku ew baweriya ku ji nasnameya me tê dê qet newe guherîn û li gorî şert û mercan emê xwe amade bikin.”
Endama Lijneya Bala ya Şewrê ya Amedsporê Sorgul Aytek got: “Çîrokeke mezin e, çîrokên mezin jî piştgriyê dixwazin û pêdivî bi hêza kurdistanê heye.”
Endamê Lijneya Rêveberiya Amedsporê Mîthat Çîftçî jî got: “Armanca me ew e ku em Amedsporê bigihînin hemu kurdistanê, emê bidin nîşan ku Amedspor tîma hemû kurdan e, Ez ji Wanê hatim ketim nav rêveberiya Amedsporê ku dema Amedspor bûyî şampiyon kêyfxweşiya Wanê ne kêmî kêyxweşiya Diyarbekirê bû.”
Amedsporê da nîşan ku Amedspor ne tenê tîma Diyarbekirê ye ku di rêveberiya nû ya Amedsporê de ji bajarên wek Cizîr, Dêrsim, Ruha û Wanê karsaz cih digirin û beriya kongreyê daxwazek wisa ya civakî ji Amedsporê hebû.