Trump ji bo hevdîtina bi serkirdeyên welatên NATOyê re diçe Tirkiyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump plan dike ku beşdarî lûtkeya bê ya NATOyê bibe, ku biryar e di meha Tîrmeha îsal de li paytexta Tirkiyeyê, Enqereyê were lidarxistin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di dema serdana xwe ya li Sîngapûrê de, di hevpeyvîneke taybet de ligel ajansa "Bloomberg"ê aşkere kir, Donald Trump dixwaze beşdarî civîna lûtkeyê ya serokên NATOyê bibe. Ev lûtke biryar e di rojên 7 û 8ê Tîrmeha 2026an de li bajarê Enqereyê birêve biçe.
Fîdan destnîşan kir, Trump di peywendiyên xwe yên telefonî yên dawî de ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ev daxwaza xwe aniye ziman. Hat ragihandin ku Trump plan dike serdana Tirkiyeyê bike û di vê çarçoveyê de ligel serokên welatên endamên NATOyê bicive.
Yek ji mijarên herî giring ên lûtkeya Enqereyê, dê lêçûnên leşkerî yên welatên endam be. Hakan Fîdan diyar kir, rêveberiya Amerîkayê niha zextekê li hevpeymanên xwe yên NATOyê dike da ku budceya xwe ya leşkerî zêde bikin û di parastina ewlehiya Ewropayê de berpirsiyariyeke mezintir hildin ser milê xwe. Wekî tê zanîn, Trump berê jî gelek caran rexne li welatên Ewropî girtibûn ku ew pişka xwe ya darayî di nava NATOyê de kêm xerc dikin.
Hakan Fîdan di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser peywendiyên navbera Amerîka û Îranê. Fîdan aşkere kir ku Tirkiye bi her awayî piştgiriyê dide gavan dîplomatîk ên di navbera her du welatan de. Herwiha got: "Her du alî jî hewlên cidî didin ji bo dirêjkirina dema agirbestê û dîtina çareseriyên guncav. Em wekî Tirkiye bawer dikin ku aramî tenê bi rêya diyalogê pêkan e."
Lidartxistina lûtkeya NATOyê ya 2026an li Enqereyê, piştî gelek salan yekem car e ku Tirkiye dibe mazûbanê civîneke wiha ya astbilind a navdewletî.