Pentagon: Di êrîşên Îranê de 100 leşkerên me birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Ceng a Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di encama rageşiya leşkerî ya vê mehê ya li gel Îranê de, 3 leşkerên wan hatine kuştin û 100 leşkerên din jî birîndar bûne.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell di hevpeyvînekê de ji bo kanala "CNN" a Amerîkî, bîlançoya dawî ya pênaseya leşkerî ya di navbera Amerîka û Îranê de eşkere kir. Parnell diyar kir, ji destpêka vê mehê ve, di encama êrîş û pevçûnan de 3 leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dane.

Parnell derbarê rewşa 100 leşkerên birîndar de destnîşan kir, birînên piraniya leşkeran sivik bûn, piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî yên pêwîst, leşker vegeriyane ser erkên xwe yên leşkerî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî aşkerabûna bîlançoyê careke din hişyariyeke tund da Tehranê û got, ji bo her leşkerê Amerîkî yê ku were kuştin, Îran dê baceke giran bide.

Ji aliyê din ve, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand, welatê wî li gel Amerîkayê di nava "şerekî giştî" de ye.

Ev zêdetirî mehekê ye ku Amerîka rojane li başûrê Îranê pir, bingehên leşkerî, radar û pergalên parastina asmanî yên Supaya Pasdaran bombebaran dike. Îran jî wekî bersiv, rojane bi dron û mûşekan êrîşî bingehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê, Urdinê û Herêma Kurdistanê dike.