Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê: Em li Rojhilata Navîn bazirganiyê dixwazin, ne qeyran û şer
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ragihand, peymanên di warê bazirganî û enerjiyê de ku li Washingtonê hatine îmzakirin, ji Herêma Kurdistanê heta başûrê Iraqê hemû herêman li xwe digirin.
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ji Kurdistan24’ê re, girîngiya peymanên nû yên di navbera Amerîka û Iraqê de nirxand. Wright destnîşan kir, armanca wan a sereke pêşxistina bazirganiyê ye û ev peyman dê bandoreke rasterast li ser Herêma Kurdistanê jî bikin.
Chris Wright diyar kir, îmzakirina van peymanan gaveke dîrokî ye û got: "Îro rojeke mezin e. Em li Rojhilata Navîn bazirganiyê dixwazin, ne qeyran û şer. Armanca me li seranserê navçeyê ev e. Em dixwazin di asta siyasî û bazirganî de hevkariyeke xurt li gel Iraqê ava bikin, da ku avedanî ji bo her du welatan pêk bê."
Ev daxuyaniyên Wright hevdem in li gel serdana fermî ya Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî ya bo Washingtonê. Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî da zanîn, roja Şemiyê (18’ê Tîrmeha 2026’an), di bin çavdêriya Serokwezîr de 48 peyman û yadaştnameyên hevtêgihîştinê di navbera her du welatan de hatine îmzakirin.
Peymanên hatine îmzakirin sektorên wekî petrol, enerjî, elektrîk, ragihandin, perwerde, derman û çandiniyê li xwe digirin. Di nav van peymanan de gelek kompanyayên navdewletî yên wekî ExxonMobil, KBR, GE Vernova, Shell, Halliburton û Starlink cih digirin.
Di çarçoveya van peymanan de, dê çendîn projeyên stratejîk ên wekî dirêjkirina boriya petrolê ya Banyasê ya li ser Deryaya Navîn, pêşxistina kerta çandiniyê bi hevkariya pargîdaniya Frito-Lay û herwiha hevkariya di navbera sektorên taybet û giştî de ya ji bo hilberîna dermanan û geşedana teknolojiyê bên destpêkirin.