Wezareta Dadiyê ya Iraqê azadkirin nêzîkî 600 zindaniyan ragihand

Wezareta Dadiyê ya Iraqê
Wezareta Dadiyê ya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Dadiyê ya Îraqê ragihand ku ji dema meha borî ve, 593 zindanî li parêzgeha Bexdayê û parêzgehên din ên Îraqê ji zindanan hatine azadkirin.

Wezareta Dadiyê ya Îraqê îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di meha Gulana 2026ê de, 593 zindanî li parêzgeha Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê hatine azadkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê navborî, ji hejmara giştî ya kesên azadkirî, 394 kes ji wan li gorî biryarên cuda cuda yên dadgehan hatine berdan û 199 kesên din jî bi ber qanûna lêborîna giştî ketine.

Wezareta Dadiyê tekez jî kir ku Nivîsîngeha Çaksaziyê li ser bicihanîna rêkarên qanûnî bo azadkirina zindaniyan piştî temamkirina tevahiya pêdivîtiyên qanûnî berdewam e, ev jî wekî pabendbûnekê bi erkên wan ên pîşeyî û mirovî bi bilindtirîn asta hûrgiliyê û berpirsiyariyê.

Plana kêmkirina qerebalixiya zindanan

Ev pêngavên Wezareta Dadiyê bo azadkirina zindaniyan di çarçoveya siyaseteke berfirehtir a Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê de ne, ku Encûmenê bi rêya Serokatiya Dozgeriya Girtî, li dawiya sala borî, rênimayên nû arasteyî tevahiya dadgehan kirine daku bo kêmkirina rûdanên ragirtin û zindanîkirina welatiyan kar bikin.

Merema sereke ya van rênimayên nû, ku bi hevahengî ligel wezaretên Navxwe, Dadî û Tenduristiyê hatine danan, çareserkirina arêşeya qerebalixiya zêde ya di nav girtîgeh û navendên ragirtinê de ye. Bo vê meremê jî, tekez li ser çend xalên sereke hatiye kirin.

Her di vê çarçoveyê de, di meha Sibatê ya borî de, Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê di daxuyaniyekê azadkirina 41 hezar û 364 kesan li zindan û navendên desteserkirinê ragihand.