Numan: Di nêzîktirîn dem de komên çekdar bingeh û çekên xwe radest dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku ew lîjneya bo kontrolkirina çekan hatibû avakirina bi rengekê fermî dest bi karên xwe kiriye; tekez jî kir ku di demeke nêzîk de tevahiya çek û serbazgehan radestî dezgehên ewlehiyê yên fermî yên dewletê tên kirin.
Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sabah Numan îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) bo kanala nûçeyan a "Iraqiye"yê ragihand: "Pêkanîna lîjneyekê bo komkirina çekan bo bicihanîna wan xalan e yên ku di bernameya wezarî û siyaseta hikûmetê de hatine; ku ev yek di dîtina Serokwezîr de bo qorxkirina çekan di destê dewletê de û yekkirina gotara ewlehiyê de tê dîtin."
Sabah Numan amaje bi wê yekê jî kir ku ew lîjne hatiye avakirina û dest bi karên xwe kiriye û merema wê danana mekanîzmekê bo tevlîkirin û girêdana hêzên peywendîdar e, tevî radestkirina çek, kelûpelên serbazî û serbazgehan bo dezgehên ewlehiyê yên Iraqê.
Amadekirina lîsta serhejmêriyê di du rojan de
Navborî ron jî kir ku tevahiya çek û kelûpelan radestî lîjneya navendî û aliyên ewlehiyê tên kirin. Wî aşkere jî kir ku di dema du rojên bê de jî lîsteke serhejmêriyê ya temam radestî wê lîjneyê bê kirin, ku rasterast di bin serperiştî û çavdêriya Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar de ye.
Berdevkê Fermandariya Giştî herwesa da zanîn ku ew lîjneya navendî ji çend aliyên fermî pêk tê, ku ev in:
Wezareta Berevaniyê.
Wezareta Navxwe.
Fermandariya Operasyonên Hevpar.
Desteya Heşda Şeibî.
Wî tekez jî kir ku ev pêvajoya karkirinê demeke zêde nabe û di nêzîktirîn dem de bi dawî dibe, ji ber ku kar li gorî mekanîzmên kargêrî, qanûnî, lojîstîk û hunerî birêve diçe.
Li ser çemka "hilweşandina peywendiyê" bi Desteya Heşda Şeibî re, Sabah Numan diyar kir ku ew çarçoveyeke kargêrî ye. Merem jê careke din rêkxistina heykeliyeta wan hêzan e di nav dezgehên ewlehiyê de, tevî misogerkirina mafên çekdaran û tevlîkirina wan di nav yekîneyên serbazî yên fermî de.
Di dawiya daxuyaniya xwe de jî, Berdevkê Fermandariya Giştî tekez kir ku Iraq îro di rewşeke ewlehiyê ya tena de ye û tevahiya gefên terorîstî hatine jinavbirin.
Ev pêngavên lezgîn ên Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar rasterast ligel daxuyaniya her du rojên borî ya Serokwezîr Elî Zeydî hevaheng in, ku tê de pêşwazî li biryara cudabûna komên çekdar ji Heşda Şeibî û radestkirina çekên wan bo dewletê kiribû.
Ev yek di demekê de ye ku Tevgera Nucebayê bi daxuyaniyekê pêvajoya danana çekan red kiribû, belê li beramber de hikûmetê û aliyên siyasî 35 hezar fersendên kar bo wan çekdarên ku çekan radest dikin terxan kirine.