Li Hewlêrê Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêra Paytextê Herêma Kurdistanê, bi diruşma "Bi Kurdî Binivîse û bi Kurdî Bihizire" yekemîn pêşangeha taybet a pirtûkên Kurdî deriyên xwe li ber xwendevanan vekir.

Li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê, îro 4ê Hezîranê çalakiyeke çandî ya bêhempa dest pê kir. Berevajî pêşangehên berê, ev pêşangeh tenê ji bo berhem, nivîs û weşanên bi zimanê Kurdî hatî veqetandin. Di pêşangehê de nêzîkî 130 weşanxane, navendên çap û belavkirinê û saziyên çandî beşdar in.

Di pêşangehê de pirtûkên bi hemû zaravayên zimanê Kurdî (Soranî, Kurmancî, Hewramî û hwd.) cih digirin. Xwendevan dikarin di warên siyasî, dîrokî, civakî, aborî û wêjeyî de bigihîjin hezaran berheman. Herwiha beşeke berfireh a pêşangehê ji bo pirtûkên zarokan û wêjeya zarokan hatî veqetandin.

Ji bilî pirtûkan, di pêşangehê de wekî dewlemendiyeke çandî; beşên hunerî, tabloyên şêwekariyê, cilûbergên kurdewarî û karên destî jî têne nîşandan. Saziyên wekî Enstîtuya Kurdî ya Berlînê û Akademiya Kurdî jî bi berhemên xwe beşdarî vê pêngava çandî bûne.

Nivîskar Rêbiwar Sîweylî di derbarê giringiya pêşangehê de ji Kurdistan24 re axivî û diyar kir, ev pêngav ji bo hişmendiya neteweyî gelekî giring e. 

Sîweylî got: "Heta niha di pêşangehên navdewletî de pirtûka Kurdî her tim li perê bûn û li piştê diman. Lê cara yekem e ku zimanê Kurdî, nivîsa Kurdî û hizra Kurdî dikeve navendê. Ev hewldana hikûmet û weşanxaneyan, ji bo xurtkirina şunasa me ya neteweyî gaveke pir bi rûmet e."

Ev pêşangeh ku bi piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û weşanxaneyên navxweyî hatî amadekirin, dê heta heftiyekê deriyên xwe li ber pirtûkhezan vekirî bihêle. Amadekarên pêşangehê bang li hemû welatiyan dikin ku serdana pêşangehê bikin û bi xwedîderketina li pirtûka Kurdî, piştgirî bidin ziman û çanda xwe.