Mûçeyên karmendên Wezareta Navxwe ligel Hikûmeta Iraqê tê wekhevkirin
Navenda Nûçeyan (K24) — Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di kabîneya bê de, yek ji stratejiyên herî giring ên wezaretê, ku dê kar li ser bê kirin, rûbirûbûna tundutujiyê ye. Herwiha li ser wekhevkirina mûçeyên karmendan ligel Bexdayê, wî eşkere kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser vê pirsê ragihandiye daku di budceya sala 2026ê ya Îraqê de cih bigire.
Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî îro (Pêncşem, 4ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo hejmareke dezgehên medyayê ragihand: "Ev nêzîkî salekê ye ku em mijûlî amadekirina stratejiyekê ne, ji bo rûbirûbûna tundutujiyê ku dibe sedema terorê.”
Hêmin Mîranî herwesa got: “Ji bo vê yekê çend lîjne hatine avakirina, ku ji nûnerên dezgehên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tên. Vê lîjneyê bi dehan civîn kirine, daku çend bingehan bo vê stratejiyê amade bike."
Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa amaje jî kir: “Em dixwazin di Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar li ser vê stratejiyê bê kirin û bê bicihanîn.
Mizgîniya Mûçeyan Bo Karmendên Wezareta Navxwe
Li ser wekhevkirina mûçeyên karmendên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê wekî hevtayên wan di Hikûmeta Îraqê de, Rêveberê Giştî yê Dîwanê got: "Di kabîneya nehê de, xebateke zêde ji bo wekhevkirina mûçeyên karmendên medenî yên Wezareta Navxwe û yên serbazî ligel hevtayên wan di hikûmeta federal de hatiye kirin."
Mîranî tekez jî kir ku di du hefteyên borî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe diyar kiriye ku ev mijar di nav danûstandinên budceya sala 2026ê ya Hikûmeta Îraqê de cih bigire û bê çareserkirin.
Li dawiyê jî, navborî da zanîn ku ji bo vê meremê, Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran bi rêya nivîskarekê Wezareta Darayî li ser vê biryarê haydar kiriye daku rênmayiyên pêdivî werbigirin.