Serok Barzanî peyameke hevxemiyê bo koça dawiyê ya Şêx Mihemed Îshaq belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) — Serok Mesûd Barzanî, di peyameke hevxemiyê de, ji dil sersaxî ji bo koça dawiyê ya Ayetulah Şêx Mihemed Îshaq Feyaz, ku yek ji mezintirîn merce’ên ol’ û zanistî yên Îraqê û cîhana îslamî bû, ragihand. Serok Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji Xudayê mezin kir ku Xudêjêrazî bi bihişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide malbat û dûkeftiyên wî.
Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 4ê Hezîrana 2026ê) peyameke hevxemiyê ji bo koça dawiyê ya merce’ê bilind ê olî Şêx Mihemed Îshaq Feyaz belav kir.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye: "Bi xem û kovaneka mezin ve, nûçeya koça dawiyê ya Ayetulah Şêx Mihemed Îshaq Feyaz, ku yek ji mezintirîn merce’ên olî û zanistî yên Îraq û cîhana îslamî bû, gihîşt me."
Herwesa gotiye: "Di demekê de ku em ji ber vê xema mezin pir xemgîn in, em ji dil sersaxiyê ji pêgeha bilind a merce’îyeta bilind a olî, malbata Xudêjêrazî û tevahiya dûkeftiyên wî dikin û em hevparên xema wan in."
Di pareke din a peyama Serok Barzanî de hatiye, “Em ji Xudayê mezin lava dikin ku Xudêjêrazî bixe ber sîbera dilovaniya xwe û bi bihişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide her aliyekî.
Şêx Mihemed Îshaq Feyaz yek ji merce’ên mezin û diyar ên olî bû, li bajarê Necefê. Ew di sala 1930ê de li welatê Efxanistanê hatibû ser dinyayê. Îro di temenê 96 saliyê de ji ber nexweşiyê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Bexdayê koça dawiyê kir.
Vî kesayetiyê olî di jiyê ciwaniyê de berê xwe daye bajarê Necefê û li wê derê berdewamî daye xwendina xwe, heta ku bûye yek ji çar merce’ên bilind ên bajarê Necefê û di nav peyrewên xwe de li seranserî cîhanê xwedî pêgeheke mezin bû.