Sebah Numan: Pêşmerge hevparekî sereke yê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ye
Navenda Nûçeyan (K24) — Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê tekez kir ku hevahengî û karê hevpar ligel yekîneyên serbazî yên Pêşmergeyan di qonaxa herî geş a dezgehî re derbaz dibin. Ev jî di demekê de ye ku niha hêzên Pêşmergeyan di navendên herî bilind ên biryardana ewlehiyê ya Îraqê de wekî hevpeymanên sereke, xwedî nûneratiya herdemî û çalak in.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan îro (Pêncşem, 4ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Îraqiyeyê ragihand: “Hevahengî û karê hevpar ligel yekîneyên serbazî yên Pêşmergeyan di geştirîn qonaxa dezgehê ya xwe de derbaz dibe, ew jî bi rêya nûneratiya wan a herdemî di Encûmena Ewlehiya Niştimanî, lîjneyên bilind û operasyonên hevpar de.
Sebah Numan diyar jî kir ku ev hevahengî bi rêya belavkirina du lîwayên hevpar gihîştiye lûtkeyê, bi armanca paqijkirina wan deverên xwedî girîngiya ewlehiyê ji bermahiyên çeteyên terorîst ên DAIŞê ne.
Lîjneya bilind ji bo komkirina çekên koman dest bi karî kir
Di pişkeke din a daxuyaniya xwe de, Sebah Numan behsa pirsa kontrolkirina çekan kir û got: "Du fermanên dîwanî ji bo avakirina lîjneyeke bilind a navendî bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevpar derketine, bi merema komkirina çekên komên çekdar."
Wî ron jî kir ku wê lîjneyê niha dest bi erkên xwe kiriye bi rêya danana mekanîzm û rêkarên serbazî yên neçarî, daku diyardeya çekdariyê bi dawî bînin, herwiha destpêkirina tavilê ya hilweşandina her peywendiyeke siyasî ya hêzan û arastekirina wan ber bi yekgirtin û binemiriya temam li jêr sîwana dewletê.
Ev jî demekê de ye ku her îro danê sibê, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevpar ên Îraqê Qeys Mihemedawî di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû ku Pêşmerge hêzeke girêdayî Herêma Kurdistanê ye û hevahengiyeke berdewam û bihêz di navbera wan û artêşa Îraqê de heye, bi taybetî di rûbirûbûna bermahiyên DAIŞê de li deverên cuda.