CENTCOM: Me rêya 127 keştiyan li Tengava Hurmizê guhertiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) îro amareke nû belav kir û ragihand ku ji destpêka dorpêça deryayî ya li dijî Îranê li 13ê Nîsana borî ve, rêya 127 keştiyan li Tengava Hurmuzê hatiye guhartin.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) îro (Pêncşem, 4ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X" da zanîn ku heta 4ê Hezîranê, hêzên Amerîkayê rêya 127 keştiyên bazirganiyê guhartiye.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê eşkere jî kir ku rê li ber 6 keştiyan girtiye, ku pabendî rênimayan nebûne. Li beramberî vê yekê jî, destûr hatiye dayîn ku 36 keştiyên alîkariyên mirovî derbaz bibin.

Ji aliyekî din ve jî, wekî pêngaveke siyasî ya navxweyî ya Amerîkayê, Encûmena Nûneran a Amerîkayê projeqanûnek pejirand ku armanca wê sînordarkirina Donald Trump e, ji bo berdewamkirina operasyonên serbazî yên li dijî Îranê bêyî vegeriyan û wergirtina destûra qanûnî ji Kongreyê.

Ev pêngava nû ya siyasî ya navxweyî ya Amerîkayê wekî bizaveke parlamenî tê dîtin, ji bo sînordarkirina deshilatên Koçka Spî di birêvebirina vê aloziyê de ku ev sê meh in li deverê berdewam dike.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi piranîya 215 dengan li hember 208 dengan biryar pejirand; ew jî piştî yekê ku çar nûnerên Komarparêzan çûn pal fraksiyona Demokratan û piştgiriya wê projeqanûnê kir.