CENTCOM: Me du dronên Îranî li nêzîkî Tengava Hurmizê xistin xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn (CENTCOM) ragihand ku wan du dronên Îranî li esmanê Kendavê û bi rengekê diyarkirî li sînorê Tengava Hurmizê xistine xwarê, ku li ser ewlehiya hatin û çûna deryayî gef bûn.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn (CENTCOM) li serê sibeha îro (Yekşem, 7ê Hezîrana 2026ê) li ser tora civakî ya Xê belav kir ku hêzên Amerîkayê li deverê di amadebûna tam de ne û berdewam çavdêriya liv û tevgera hêzên Îranê dikin, di her rewşeke nexwestî de bersiva Îranê didin.

Di wê daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku wan kariye li sînorê Tengava Hurmizê du dronên Îranî bixin xwarê ji ber ku gef li keştiyên Bazirganiyê û livîna deryayî kiribûn.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn (CENTCOM) tekez jî kir ku hêzên Amerîkayê dê li deverê di amadebûneke tam de bimînin, ji bo dabînkirina ewlehiyê û parastina tevgera deryayî û tenahiya deverê.

Ji 10ê Nîsana îsal ve, piştî şerekî giran ê 40 rojî, Îran û Amerîkayê bi navbeynkariya Pakistanê agirbesteke demkî ragihandibû. Lê ji ber sernegirtina danûstandinan û bêencambûna guhartina daxwazan bo bidawîanîna şer, di van çend rojên borî de herdu aliyan êrîşên berevajî birine ser bingehên hevdu û welatên wekî Kuweyt û Behreynê jî ji serpeşkên wî agirî bêpar nebûn.