Li Tirkiyeyê egera hilbijartina pêşwext germtir dibe
Diyarbekir (K24) – Li aliyekê tê gotin ji bo ku Recep Tayyîp Erdogan careke din bibe namzetê serokomariyê, divê hilbijartina pêşwext were li dar xistin. Li aliyekê jî tê gotin ku niha hilbjartinek were lidarxistin, Ak Partî têk diçe. Nava vê rewşê nîqaşên ser hilbijartina pêşwext her ku diçe zêdetir dibin û çavdêrên siyasî dibêjin helwesta DemPartî û çarenusa CHPê dê mijara hibijartina pêşwext zelal bike.
Piştî ku kongreya CHPê hat betalkirin nîqaşên ser hilbijartina pêşwext jî zêdetir bûn, ku li gorî qanûna hilbijartinê partiyek siyasî eger kongreya xwe ya mezin nava 3 salan de li dar nexistibe, nikare bikeve hilbijartinan, CHP jî niha bi vê metirsiyê re ribirû ye û dibe ku Kemal Kilçdaroglu kongreyê li dar nexe. Partiyên opozîsyonê dibêjin rewşa derketî holê dibe ku bi xwe re hilbijartinek pêşwext jî bîne û divê hemû partiyên opozîsyonê bo hilbijartinek pêşwext amade bin.
Serokê Rêxistina Diyarbekirê ya Partiya Saadetê Abdurahman Ergîn ji K24ê re got: “Ji bo ku Serokomar bibe namzet, divê hilbijartina pêşwext were kirin. Divê opozîsyon amade be ku dibe ji nişka ve hilbijartin bibe, desthilat dê şert û mercan li gorî berjewendiya xwe saz bike, gel jî ji desthilatê nerazî ye, ji rewşa hiqûq û aboriyê nerazî ye, em bo hilbijartinê her dem amade ne.”
Şîrovekarên siyasî jî derbarê mijara hilbijartina pêşwext de balê dikêşin ku desthilat dixwaze demildest dingên wê bilind bibin û nava hewildaneke berfireh de ye û çi dema desthilat bibîne ku rapirsîyan de li pêş e dibe ku hilbijartinek pêşwext li dar bixe ku jêr kontrola wê de be.
Cîgırê Serokê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd Abdulhay Okumuş dibêje: “Serokomar an wê rewşek bêhilbjartin saz bike an jî wê hilbijartinek k udi jêr kontrola wî de be bîne rojevê ku tişta anîyî serê CHPê eger DemPartî piştgiriya wî neke dê bîne serê Dem Partî jî.”
Opozîsyon û şîrovekar balê dikêşin ku hem rewşa aboriyê û hem jî qeyrama siyasî pêdiviya hilbijartina pêşwext derdixe holê ku eger desthilat pê bawer be, dê sedîsed Dem Partî piştgiriya wan bike û dê hilbijartina pêşwext were kirin.