Îsraîlê êrîşên xwe yên ser Îranê rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo aramkirina rewşê, Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Îranê rawestandin. Lê belê, Tel Evîvê hişyarî da ku eger êrîşên Hizbullahê neyên birîn, ew ê Beyrûtê bombebaran bikin.

Kanala 12 a Îsraîlê ji zarê berpirsekî pilebilind ê welatê xwe ragihand, Îsraîlê operasyonên xwe yên asmanî yên li dijî Îranê rawestandine. Li gorî heman çavkaniyê, ev biryar rasterast li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump hatiye girtin, daku rê li berfirehbûna şer were girtin û rewş aram bibe.

Heman berpirsê Îsraîlî derbarê eniya Libnanê de peyameke tund da û got: "Eger êrîşên Hizbullahê yên li ser Îsraîlê berdewam bikin, em ê başûrê Beyrûtê (Dahiyê) bikin armanc." Berpirsê Îsraîlî tekez kir, artêşa wan ji bo bersivdayîna her gefekê ku ji sînorê bakur (Libnan) were, di amadebaşiyê de ye.

Ji aliyê din ve, Baregeha "Xatemul Enbiya" ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê îro 8ê Hezîrana 2026an, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Îsraîlê rawestandine.

Lê belê, Îranê mercê xwe danî û hişyarî da ku di egera berdewambûna êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de, ew ê rêkarên gelekî tundtir û "wêranker" bigirin ber xwe.

Şeva borî, piştî agirbesteke 60 rojan, rageşiya di navbera Tehran û Tel Evîvê de careke din teqiya. Îranê bi dehan mûşek ber bi Îsraîlê ve avêtin û Îsraîlê jî wekî bersiv sibeha îro gelek navendên leşkerî û petrokîmyayê li kûrahiya xaka Îranê bombebaran kirin.