Zanîngeha Bîlgî rêz li keda 55 salan a Kurdolog Mihemed Bayrak girt
Stenbol (K24) – Kurdolog Mihemed Bayrak 55 salan lêkolîn li ser dîrok, çand, edebiyat û zimanê Kurdî kiriye. 40 pirtûk nivîsîn û ji ber van xebatên xwe du caran hate zindanîkirin, êşkenceyên giran dît û wekî qederekî Kurdan penaberê Ewropayê bû. Yek ji zanîngehên herî diyar ê Tirkiyeyê, Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê, bo vî kesayetê mezin ê Kurd, çalakiyeke rêzgirtinê çêkir û hejmarek zêde kesayetên diyar ên Tirkiyeyê beşdar bûn.
Zanîngeha Bîlgiyê ji bo rêzgirtina Kurdolog Mihemed Bayrakî çalakiya rêzgirtinê lidar xist. Ji malbata wî heta şîretkarê wî yê yasayî, ji akademîsyenan heta nivîskar û lêkolîneran hejmarek zêde kes bi du rûniştinan behsa xebatên wî yên bo Kurdolojiyê kirin.
Mamosteyê Zanîngeha Bîlgî Prof. Dr. Bûlent Bîlmez ji Kurdistan24ê re got: “Karê ku diviyabû zanîngeh bikin, Mihemed Bayrak bi serê xwe kir. Lewma me navê vê çalakiyê danî rêzgirtin bo Mihemed Baayrakî. Divê em wekî zanîngeh rêza wî radest bikin. Herwiha em bi vê çalakiyê ser navê akademiya Tirkiyeyê xwe jî rexne dikin. Mihemed Bayrak digel ku bi serê xwe wekî peymangehek kar kiriye, keda wî ji aliyê akademiya Tirkiyeyê ve nehatiye dîtin. Bêgûman ne mimkûn e em bi çalakiyekê deynê xwe bidin. Lê qet nebe em dikarin wî pîroz bikin daku Mihemed Bayrakên nû li nav akademiyê zêde bibin.”
Dîroknasekî diyar ê Kurd jî diyar dike ku li Tirkiyeyê bingeha Kurdolojiyê Mihemed Bayrak daniye û rêçek vekiriye. Xebat û têkoşîna Mihemed Bayrakî bo Kurdolojiyê dikare ji nifşên nû re bibe dibistan.
Dîroknas Namik Kemal Dînç dibêje: “Salên dûr û dirêj li Tirkiyeyê xebatên Kurdolojiyê qedexe bûn. Di wan rojên zehmet de Mihemed Bayrak wekî buldozerek riya Kurdolojiyê vekir û wî bingeha Kurdolojiyê danî. Mihemed Bayrak bi tena serê xwe bû dibistana Kurdolojiyê. Heke îro li Tirkiyeyê xebatên Kurdolojiyê hebin, ji ber rola pêşeng a Mihemed Bayrakî ye. Erê kesên wekî Mihemed Emîn Bozarslan jî xebatên gelek hêja bo Kurdolojiyê kirin beriya Mihemed Bayrakî. Lê Mihemed Bayrak bi taybet di salên 90an de roleke pêşeng gerand.”
Mihemed Bayrakî jî li ser rojevê û bûyer û pêşhatên dawî yên li navçeyê çend şîretên xwe bo Kurdan hebûn û ji Kurdistan24ê re wiha axivî: ““Ev xebat û keda min wekî diyariyekê ye bo Başûrê Kurdistanê. Em dizanin ka Başûr bi çi şêwazî dest pê kir û gihîşt kîjan astê. Niha li Rojhilat, li Rojava û li Bakur jî pêşhatên nû hene û Kurdan li gelek cihan destên xwe dane hev. Ev yekîtiya di navbera Kurdan de hatiye avakirin gelekî girîng e. Lê belê tiştekî din ê gelekî girîng heye, ew jî dîplomasî ye. Dîplomasî ji bo me şertekî sereke ye. Divê em karê xwe yê dîplomasiyê xurt bikin, dosyayên xwe bi belge û zanyariyan tijî bikin daku ev pirs bi awayekî hêsantir ber bi çareseriyê ve biçe.”
Piraniya wan li ser Kurdolojiyê 40 pirtûkên Mihemed Bayrakî hene û hinek ji wan di qada xwe de wekî pirtûkên yekemîn tên zanîn. Bayrak herwiha dehan pirtûk û lêkolînên biyanî yên li ser Kurdan jî çap kiriye. Ji ber van xebatên xwe dehan doz li wî hatine vekirin, du caran hatiye zindanîkirin û bi giranî hatiye êşkencekirin.
Hêvî ew e ku li zanîngehên azad ên Herêma Kurdistanê jî çalakiyên bi vî rengî çêbin. Lewra Mihemed Bayrak 55 salên xwe bo Kurdolojiyê terxan kiriye, di serde jî di girtîgehê de maye, di serde jî penaber bûye.