Hikûmeta Îraqê biryareke nû li ser dahatên petrolê derxist

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîran a Îraqê projeqanûna guhertina qanûna qedexekirina qorixkirinê arasteyî parlamentoyê kir û hevdem lihevkirineke nû ya ewlehiyê ligel Îspanyayê pejirand.

Civata Wezîran a Îraqê îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) di civîna xwe ya asayî de bi serokatiya Elî Falih Zeydî, hejmareke biryarên giring di warên darayî, qanûnî, ewlehî û xizmetkariyê de pejirandin.

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê, berçavtirîn biryara darayî ya wê civînê berdewambûna karkirinê bû bi zêdekirina dahatên hinardekirina berhemên girêdayî petrolê bo nav hesabê bankî yê taybet ê Wezareta Darayî ya Federal, bi merema rêkxistina dahatên giştî.

Li ser asta qanûnî û îdarî, Civata Wezîran projeqanûna guhertina Qanûna Qedexekirina Qorixkariyê pejirand û arasteyê Parlamentoya Îraqê kir, da ku deng li ser wê bê dan.

Herwesa di çarçoveya rêkxistina peywendiyên derve de, biryar hat dan ku lihevkirineke navdewletî ligel Îspanyayê bê îmzakirin, ku girêdayî hevkarîkirina ewlehiyê û rûbirûbûna tawanan e.

Tevî van jî, bicihanîna biryarên berê yên girêdayî çarekirina qerebalixiya trafîkê li bajaran jî tewereke din a wê civînê bû, ku tê de tekezî li ser hevahengiyê di navbera dezgehên peywendîdar de hat kirin, ji bo kêmkirina qerebalixiyê li ser cadeyên Bexdayê.