Kuweytê li dijî Îranê gilînameyek tomar kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Kuweytê ragihand ku ji ber armancgirtina radara balafirxaneyê û têkdana jêrxaneya geştên wan ên asmanî, wan gilînameyeke fermî li dijî Îranê pêşkêşî Rêxistina Navdewletî ya Balafirvaniya Sivîl (ICAO) kiriye.
Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Kuweytê ragihand ku ji ber armancgirtina radara balafirxaneyê û têkdana jêrxaneya geştên wan ên asmanî, wan gilînameyeke fermî li dijî Îranê li ba Rêxistina Navdewletî ya Balafirvaniya Sivîl (ICAO) tomar kiriye.
Desteya navborî eşkere jî kir ku duhî Pêncşemê di encama êrîşan de, radara balafirxaneyê hatiye armancgirtin û ji ber wê gelek kes birîndar bûne û zirarên madî yên mezin jî gihîştine dezgeh û amûrên girêdayî birêvebirina tevgera asmanî.
Di vê çarçoveyê de, Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Kuweytê ron kir ku ew zirarên mezin bûne sedem ku wekî pêngaveke xweparastinê "geştên asmanî bi awayekî demkî li Kuweytê bên rawestandin", daku canê geştyaran û ewlehiya balafirvaniyê biparêzin, berî ku paşê tevgera geştan asayî bibe.
Kuweytê di gilînameya xwe ya ji bo rêxistina "ICAO"ê de tekez kiriye ku berdewamiya armancgirtina dezgehên balafirvaniyê û jêrxaneya gerandina asmanî binpêkirineke ron û metirsîdar a Rêkeftinnama Şîkagoyê ya sala 1944ê û tevahiya prensîb û qanûnên navdewletî yên girêdayî ewlehiya balafirvaniyê ye.
Wê desteyê herwesa hişyarî jî daye ku ev kiryar jiyana geştyaran, tîmên asmanî û karmendên wî kertî dixe bin metirsiyeke mezin û li ser ewlehiya geştên asmanî li ser asta deverê û cîhanê gefeke rasterast e.
Di pareke din a wê gilînameyê de, daxwaz ji rêxistina "ICAO"ê hatiye kirin ku bi lez bikeve tevgerê, pêngavên pêdivî biavêje, van binpêkirinên berdewam bike belgename û lêkolînê di encamên wan ên metirsîdar bike.
Di dawiya wê gilînameyê de jî, Kuweytê tekez kiriye ku ew "tevahiya mafên xwe yên qanûnî diparêze" û mafê wê yê rewa ye ku hemî rêkarên guncayî li dû qanûn û peymannameyên navdewletî bi cih bîne.