Tom Barrack: Ew destdirêjiya li ser hevpeymanên bawerpêkirî nayê qebûlkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack êrişa dronî ya li ser Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kir û ew wekî destdirêjî li ser "hevpeymanên cihê baweriyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê" û gef li ser tenahiya deverê wesf kir.
Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, di peyamekê de li ser hesabê xwe yê torra civakî ya Xê ragihand: "Em bi tundî wê êrişê şermezar dikin, a ku li ser heval û hevparê me yê bihadar ê Kurd Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û nivîsîngeha wî li Hewlêrê hate kirin."
Nûnerê Serokê Amerîkayê hişyarî jî da ku êrişên bi vî rengî bandoreke rasterast li ser rewşa deverê heye û got: "Destdirêjiya bi vî rengî dijî hevpeymanên me yên Kurd ku cihê baweriyê ne bi ti awayî nayê qebûlkirin û gefeke rasterast in li ser aramiya deverê. Em çavê xwe li van dijminkariyan nagirin û em li beranberî wan bêdeng namînin."
Tom Barrack tekez li ser serweriya Iraqê û yekxistina çekan di bin sîbera dewletê de kir û ragihand: "Em piştgiriya temam li serkirdetiya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî dikin, ji bo vegerandina serweriya tam a Iraqê û misogerkirina ku hemû çek û hêzên ewlehiyê di bin kontrola dewleta Iraqê de bimînin."
Dijeterora Kurdistanê îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Saet 12:28 ê serê sibeha îro, du dronên bombekirî yên Hedîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve bo ser bingeha nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatine arastekirin."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê bi dronan êriş kiriye ser nivîsîngeha wî ya taybet û mala Rêveberê Ajansa Parastinê û ew êriş wekî gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bi nav kir.