Cotkarên Qamişlo: Keda me di destê bankeyan de ma
Qamişlo (K24) – Piştî ku bi mehan hatibû paşxistin, Banka Çandiniyê ya Qamişloyê dest bi dabeşkirina pereyên berhemên cotkaran kir. Lê belê cotkar, ji pergala dabeşkirinê ya bi beş bi beş (teqsît) ne razî ne.
Li bajarê Qamişlo, cotkar li ber deriyê Banka Çandiniyê kom dibin, da ku navên xwe li ser lîsteyan kontrol bikin û pereyên werzê îsal werbigirin. Tevî ku dabeşkirin dest pê kiriye, lê cotkar dibêjin ku pergala heyî birînên wan derman nake.
Rêvebirê Banka Çandiniyê ya Qamişlo Ebdilmenaf Ebbas di ji Kurdistan24ê re ragihand, wan 250 milyon lîre ji Banka Navendî ya Hesekê wergirtine û ev pere li navendan hatiye dabeşkirin. Ebbas got: "Pişka Qamişlo 65 milyon lîre ye û ji bo 65 cotkaran hatiye veqetandin. Niha em ji bo her cotkarekî milyonek lîreyî didin û pereyê mayî jî li gorî sîstemê di hesaba wan de dimîne."
Lê belê ev pergala dabeşkirinê ya "milyon bi mîlyon" ne bi dilê cotkaran e. Cotkar Mehmûd Yûsif nerazîbûna xwe li ser derengketina pereyan û zehmetiyên li bankeyê anî ziman û got: "Ev çend meh in em li benda pereyên xwe ne. Carinan em tên dibêjin sîstem tune ye, carinan dibêjin pere nehatine. Pereyan dê bi teqsît bidin, eger bidin me jî, ne em xêrê jê dibînin. Rewşa me pir xerab e, deynên me hene û divê em ji bo werzê nû amadekariyan bikin."
Li gorî cotkaran, ev derengketin û pergala perçekirina pereyan, nahêle ew sûdê ji keda xwe werbigirin. Ew daxwaz dikin ku hikûmet û aliyên peywendîdar di demeke zûtirîn de hemû pereyên wan bi carekê de bidin, da ku karibin deynên xwe bidin û çandiniya xwe berdewam bikin.