Hejmara qurbaniyên Libnanê ji 3700 kesan derbaz bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Êrişên asmanî û leşkerkişandina artêşa Îsraîlê bo ser başûrê Libnanê berdewam in, di nûtirîn êrişan de bo ser çend deverên cihêreng, şeş kes hatine kujtin û hejmareke din jî birîndar bûye.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê belav kiriye ku di êrişeke balafirên cengî yên Îsraîlê de bo ser bajarkê Ebasiyeyê li başûrê wî welatî çar kes hatine kujtin, herwesa di du êrişên din ên cuda de bo ser bajarên Sûr û Beilbekê, du kesên din hatine kujtin.

Ji aliyekiyekê din ve jî, artêşa Îsraîlê ragihandiye ku wan newala Selûqî li başûrê Libnanê kontrol kiriye, ku dikeve navbera rûbarê Lîtaniyê û ser sînorê Libnan - Îsraîlê, hevdem amaje daye kuştina hejmareke endamên Hizbulahê, ku weha hatiye nîşandan ku niyeta wan hebû di rêya tûnelan re birevin.

Li gorî amarên fermî yên tenduristiya Libnanê, di destpêka serhildana şerê navbera Hizbulah û artêşa Îsraîlê de piştî êrişên li ser Îranê yên ji 28ê Sibatê ve heta niha, ji ber êrişên Îsraîlê 3711 kes hatine kuştin û 11 hezar û 483 kesên din jî birîndar bûne.

Her li ser rewşa şer, dezgehên ewlehiyê yên Libnanê belav kiriye ku tevî lihevkirina agirbestê, artêşa Îsraîlê hêj li ser êrişên xwe yên dijwar bo ser başûrê Libnanê berdewam e.

Herwesa Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî nîgeraniya xwe diyar kir û got: "Ji Adara borî ve, dever rûbirûyî rewşeke metirsîdar bûye." Ew daxwaza xweragirtinê ji hemî aliyan dike û wan ji bo rawestandina şer û dîtina çareseriyeke dîplomatîk teşwîq dike, ku rêzê li yekparçeyiya axa Libnanê û serwerî û serxwebûna siyasî ya wî welatî bigire.