"Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê" ya sêzimanî ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat çapkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Zimanê Kurdî di warê zanistê de gihîşt qonaxeke nû û "Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê" ya sêzimanî, wekî ferhenga yekê ya çapkirî ya berfireh a vê qadê ji aliyê Weşanên Avestayê ve derket. Ev ferheng xwe dispêre xebatên kovara “Psychology Kurdî”, ku ji sala 2016an ve derdikeve.
Edîtoriya vê berhema girîng ji aliyê Ramazan Pertev û Necat Keskin ve hatiye kirin. Ferheng bi xebata kolektîf a koma amadekar Abdulsıttar Özmen, Siyabend Aslan, Abdulsamet Doğan, Gülperi Gündüz, Leyla Turhan û Azad Dildar çap bûye.
Kesên ku di amadekariyê de cih girtine, ji bo ku halê dawî yê ferhengê bidinê, di sala dawî de 12 civîn pêk anîne û deqê wê ji bo nêrînê ji gelek kesan re şandine. Berhem bi alîkariya akademîsyenên mîna Mikail Bülbül, Naif Ergün û pisporên qadê Bilal Öztunç, Müjde Keskin, Enver İleri û Osman Mehmed gihîştiye vê astê. Herwesa Kenan Örmek heta hejmara 16an û Mehmet Ali Erol jî heta hejmara 12an di edîtoryaya kovarê de cih girtibûn.
Taybetmendiya herî girîng a ferhengê ew e ku ji sê beşan pêk tê: Kurdî-Îngilîzî-Tirkî, Îngilîzî-Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî-Îngilîzî. Ev pergal fersendê dide ku lêkolîner, nivîskar, wergêr û xwîner bi hêsanî bigihîjin têgihan.
Armanca sereke ya ferhengê ew e ku bingeha “dibistana derûnnasiyê ya bi Kurdî” bê danîn û êşa derûnî bi zimanê dayikê bê îfadekirin. Ev xebata ku encama tecrûbeya deh salan e, ji bo hemû xebatkarên qada zanistên civakî jî wekî çavkaniyeke sereke dê cihê xwe bigire. Hemwelatî dikarin vê ferhengê ji malpera Weşanxaneya Avestayê û malperên din ên pirtûkfiroşiyê peyda bikin.
Pêşkeftina zimanê Kurdî di qada akademîk û zanistên profesyonel de pêngaveke giring e, ji bo derbazkirina qonaxa zimanê edebî û rojane ber bi zimanê akademîk ve. Sêzimanîbûna ferhengê rêyê dide ku pisporên Kurd rûbirûbûna zanistî ligel zimanên navdewletî mîna Îngilîzî û zimanên herêmî mîna Tirkî bikin, ku ev yek standardkirina têgihên zanistî yên Kurdî hêsantir dike.