Êzîdiyan bi kultûrê xwe reng da Festîvala Şel û Şepik
Zaxo (K24) – Di çarçoveya 4emîn Festîvala Şel û Şepikan de li bajarê Zaxoyê, hunermend û ciwanên Êzîdî bi mûzîk, stran û cilûbergên xwe yên resen beşdar bûn. Hunermendên Êzîdî diyar dikin ku armanca wan parastina mîrateya bav û kalan û naskirina wê ye ji bo cîhanê.
Li ber Pira Delal a dîrokî ya li bajarê Zaxoyê, 4emîn Festîvala Şel û Şepik birêve çû. Di festîvalê de hunermendên ji deverên cuda yên Kurdistanê beşdar bûn, lê îsal beşdariya hunermend û ciwanên Êzîdî yên ji Şingalê û kampên koçberan rengekî taybet da festîvalê.
Mûzîkjen Ridwan Şingalî yê ku di festîvalê de amade bû, bal kişand ser giringiya nîşandana hunera Êzîdiyan û got: “Me folklorê xwe yê Şingalê aniye Zaxoyê, da ku em belav bikin û cîhan vê bedewiyê bibîne. Em dixwazin hemû zanibin ku folklorê me yê Êzîdiyan pir dewlemend û xweş e.”
Stranbêj Felah Hesen jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê amadebûnê anî ziman û tekez kir, ev çalakî serbilindî ye ji bo wan û miletê wan ku kultûrê xwe li qadeke wiha ya navneteweyî nîşan didin.
Di festîvalê de beşeke taybet ji bo cilûbergên resen ên Êzîdiyan hatibû veqetandin. Mişriq Qaîd, wekî xwediyê dirûngehê û pisporê cilên kultûrî, her celebê cilên Êzîdiyan ên jin û mêran nîşan dan. Qaîd diyar kir ku her celebê van cilan nasnameya herêmekê û xelkê wê ye û got: “Me her celebê cilên kultûrî ji bo jin û mêran amade kirine, da ku xelk zanibe nasnameya me çi ye. Her kincek nasnameya herêmekê û nîşaneya me ya Kurdî ye.”
Festîvala Şel û Şepikan wekî kombûneke rewşenbîrî ya her sal tê dîtin ku tê de pêkhateyên cuda bi cil û folklorê xwe yê resen tê de amade dibin. Di du salên dawî de, ciwanên Şingalê bi taybetî xebatên mezin dikin, da ku stranên kevin û kultûrê xwe yê resen li hemû deveran bidin naskirin da ku ev mîrateya bav û kalan winda nebe.
Ev festîval ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hat şopandin û bi gerandina govendên Kurdî û awazên resen bi dawî bû.