Îsraîlê êrîşî devera Dahiyeyê li başûrê Beyrûtê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirên şer ên Îsraîlê êrîş kir ser çend pêgehên serbazî yên Hizbulahê kir li başûrê Beyrûta paytexta Libnanê, ev yek jî tevî hişyariyên tund ên Îranê yên ji bo rawestandina êrîşên bi vî rengî tê.
Balafirên şer ên Îsraîlê piştînîvroya îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) êrîş kir ser hejmareke pêgehên serbazî yên Hizbulahê li taxa Dahiyeyê, ku dikeve başûrê Beyrûtê.
Piştî wê êrîşê jî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniyê Yoav Galant di daxuyaniyeke hevpar de berpirsiyariya xwe ragihandin û diyar kir.
Serokwezîrê Îsraîlê herwesa amaje da ku ev êrîş wekî bersivekê ji bo ser wan xeteriyan bûn ên ku rojane bi rêya dron û mûşekan ji aliyê Hizbulahê ve li ser bakurê welatê wan çê dibin.
Ev jî di demekê de ye ku Îranê hişyarî daye Îsraîlê ku eger devera Dahiyeyê bombebaran bike, ew dê careke din bi mûçekan êrîşî bikin ser wê. Aloziyên di navbera Tehran û Tel Evîvê de li Yekşema borî, 7ê Hezîrana 2026ê, ketin qonaxeke nû, ku Aertêşa Pasdaran a Îranê çend êrîşên bi mûşekan kirin ser Îsraîlê.
Artêşa Pasdaran sedema wan êrîşan ji bo “pabendnebûna Îsraîl û Amerîkayê bi agirbestê û berdewambûna êrîşên li ser Libnanê û bi tyabetî devera Dahiyeyê ya Beyrûtê” vegerand. Hêza Asmanî ya Îsraîlê jî di bersivê de êrîşî ser gelek armancên serbazî yên Îranê li deverên rojava û naverasta wî welatî kiribû.