Trump: Nedibû Îsraîlê îro êrîşî Beyrûtê bikira

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne li êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser Beyrûtê girt û ragihand, ev gav di demeke nebaş de hatiye avêtin û pêvajoya gihîştina lihevkirineke dîrokî ya bi Îranê re têk dibe.

Trump îro 14ê Hezîrana 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" peyamek belav kir û tê de diyar kir, nedibû êrîşa li ser Beyrûtê pêk bihata, ji ber ku alî ji bo lihevkirineke dîrokî ya bi Îranê re gelekî nêzîk bûne.

Trump destnîşan kir, her çiqas mafê Îsraîlê hebe ku xwe biparêze jî, lê êrîşa vê sibehê ya Îsraîlê di demeke nebaş de bûye. Trump got: "Êrîşa dronî ya Hizbullahê gelekî biçûk û bêwate bû, ti kes tê de nehat kuştin û birîndarkirin. Ji ber wê, nedibû ev pêvajoya girîng a lihevkirinê bihata têkbirin."

Serokê Amerîkayê bang li hemû aliyan kir û got: "Divê êdî Îsraîl êrîşî ti cihî li Libnanê neke. Her wiha divê Hizbullah û aliyên din jî êrîşî Îsraîlê nekin. Cîhan nêzîkî aştiyê ye ku dê aramiyê bîne navçe û Libnanê."

Îsraîlê taxa Dahiyeyê ya Beyrûtê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Îsraîlê êrîşî herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê kirin û çendîn xalên serbazî yên Hizbullahê kirin armanc. Piştî êrîşê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniyê Yisrael Katz berpirsyariya êrîşê girtin ser xwe.

Li gorî malpera "Axios", artêşa Îsraîlê beriya ku êrîşê bibe ser taxa Dahiyeyê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) agahdar kiriye. Ev êrîşa Îsraîlê wekî bersivekê bo êrîşên dronî yên Hizbullahê yên li ser bakurê Îsraîlê hat dîtin.

Berteka Îranê: "Lîstika polîsê baş û xerab bidawî bûye"

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" bertek nîşanî êrîşê da û diyar kir ku êrîşên ser Beyrûtê careke din îspat kir ku "Amerîka yan naxwaze sozên xwe bîne cih, yan jî hêza wê tune ye."

Qalîbaf her wiha got: "Bi pêxistina çiraya kesk ji bo rejîma siyonîst, nikarin ti destkeftiyan bidest bixin. Lîstika polîsê baş û polîsê xerab êdî dema wê bi ser çûye."