Patriyarkê Dêra Kildanî: Herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyanê de modeleke serkeftî ya cîhanî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Patriyarkê Dêra Kildanî ya li Kurdistan, Iraq û Cîhanê, Mar Polis III Nona, pesnê pêgeha Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê da û wekî navenda pêkvejiyana aştiyane ya ol û pêkhateyan pênase kir. Nona diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di dabînkirina mafên pêkhateyan de ezmûneke serkeftî pêşkêş kiriye.
Mar Polis Nona îro 14ê Hezîrana 2026an, di daxuyaniyeke taybet ji bo Kurdistan24ê de bal kişand ser giringiya dîrokî ya bajarê Hewlêrê û ragihand: "Hewlêr ji bo Krîstiyanan bajarekî gelekî kevnar û giring e; li vir ol û pêkhateyên cuda bi aştî û tebayî bi hev re dijîn."
Patriyarkê Dêra Kildanî bal kişand ser hewildanên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di salên dawî de ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyanê. Nona bi bîr anî ku di sala 2014an de gava Krîstiyan ji ber tirs û êrîşên terorîstên DAIŞê koçber bûn, hikûmeta Herêmê bi dilgermî pêşwaziya wan kir û got: "Wê demê Kurdistanê hemû deriyên xwe ji bo awareyan vekirin; ev rastiyek e ku hewcedarî rêz û pêzanîneke mezin e."
Mar Polis Nona destnîşan kir, li Herêma Kurdistanê aramî û ewlehiyeke rasteqîn heye û dîtineke zelal ji bo paşerojê tê dîtin. Nona her wiha got: "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi cidî ji bo dabînkirina mafên hemû pêkhateyan kar dike. Vê yekê kiriye ku Kurdistan di warê wekhevî û hevsengkirina jiyana pêkhateyan de bibe xwedî roleke bi bandor."
Di dawiya axaftina xwe de, Patriyarkê Dêra Kildanî hêvî xwest ku ev ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê ji bo navçeyên din ên cîhanê jî bibe mînak û her kes di bin siya aştî û aramiyê de bijî.