Mûçeyên keşûkarên şehîdan li gel Bexdayê tên hevtakirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku pêngavên hevtakirina mûçeyên keşûkarên şehîdan, anfalkiriyan û girtiyên siyasî li gel Bexdayê tên nîqaşkirin.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemê, 18î Tebaxa 2026ê, ragihand ku Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Ebdulayê Hacî Mehmûd civîneke giring li dar xist.

Wezareta Darayî û Aborî eşkere jî kir ku di wê civînê de rêkarên hevtakirina mûçe û mafên darayî yên keşûkarên şehîdan, Enfalkiriyan û girtiyên siyasî li gel hikûmeta federal hatin nîqaşkirin, bi merema bicihanîna wan di reşnivîsa budceya sala 2027ê de.

Wezareta navborî bal kişand ser wê yekê jî ku di civîna navbera her du aliyan de têgihiştineke hevpar hebû, da ku mîna hevtayên wan li Bexdayê tevahiya mafên darayî yên vê texê di budceya sala 2027ê de bên misogerkirin.

Wê wezaretê herwesa ragihand ku armanc ji van pêngavan rêkxistina mafan û garantîkirina mafên qanûnî û darayî yên vê texa têkoşer e, mîna hevtayên wan di hikûmeta federal de.