Ji bo cara yekem PDK-Sê salvegera damezirandina xwe bi fermî li Şamê pîroz kir
Şam (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S), bi boneya 69emîn salvegera damezrandina xwe, li paytexta Sûriyeyê, Şamê, çalakiyeke berfireh li dar xist. Ev cara yekem e ku PDK-S bi awayekî fermî û eşkere salvegera damezrandina xwe li paytextê pîroz dike.
Di şahiyê de nûnerên aliyên siyasî yên Kurdî û Sûrî, pêkhateyên cuda, kesayetên serbixwe û hejmareke mezin a ciwanên Kurd ên niştecîhên Şamê amade bûn. Beşdaran lidarxistina vê çalakiyê li paytextê wekî gaveke dîrokî û nîşaneya qonaxeke nû ya xebata siyasî nirxandin.
Ebdulhekîm Beşar: "Rê li ber bidestxistina mafên miletê me vebûye"
Endamê Polîtburoya PDK-Sê, Ebdulhekîm Beşar di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan 24ê diyar kir, lidarxistina salvegera partiyê li paytext Şamê wekî destpêka qonaxeke nû pênase kir û got: "Ev 69 sal e partiya me hatiye damezrandin, lê ev cara yekem e ku em bi rengekî azad li Şamê çalakiyeke wiha li dar dixin. Beşdariya dewlemend a aliyên siyasî yên Sûrî û ciwanên Kurd nîşaneya giringiya vê rojê ye."
Beşar her wiha spasiya hêsankariyên hikûmetê kir û bal kişand ser guhertinên siyasî: "Sûriye îro di qonaxeke girîng re derbas dibe û rê li ber miletê me vebûye ku ji bo bidestxistina mafên xwe bixebite. Di Sûriyeya nû de, dê biryarên fermî yên di derbarê mafên me de werin bicihkirin."
Mehabad Tizyanî: "Em ê li ser Rêbaza Barzanî parastina hebûna Kurd bikin"
Berpirsê Ofîsa PDK-Sê ya li Şamê, Mehabad Tizyanî, salvegera partiyê li gelê Kurd pîroz kir û pabendbûna xwe ya bi rêgezên partiyê dubare kir. Tizyanî diyar kir ku armanca wan a sereke parastina nasnameya Kurdî ye û wiha anî ziman: "Em soza didin gelê xwe ku em ê her tim li ser Rêbaza Barzanî bin. Ev partî ji roja yekem ve ji bo parastina hebûn û mafên gelê Kurd li Sûriyeyê hatiye damezrandin."
Tizyanî destnîşan kir ku piştî hilweşîna sîstema nijadperest, ew amade ne bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya siyasî bibin: "Di vê qonaxa nû de, piştî rûxandina nîzama faşîst, em ê wekî partî bi nêrîneke pozitîf amade bin û van destkeftiyan ji bo miletê xwe bi kar bînin."
Beşdarên çalakiyê bi stran û govendên Kurdî kêfxweşiya xwe nîşan dan û tekez kirin ku xebata wan a siyasî û medenî ji bo mîsogerkirina mafên neteweyî yên Kurdan dê li her devera Sûriyeyê berdewam bike.