Trump bi fermî gihîştina lihevkirina dawî ya bi Îranê re ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî ragihand, lihevkirina di navbera Washington û Tehranê de bidawî bûye. Trump ferman da ku Tengava Hurmizê bêyî ti bacan were vekirin û dorpêça deryayî ya li ser Îranê were rakirin.
Donald Trump îro 15ê Hezîrana 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" pîrozbahiya gihîştina lihevkirina dawî ya bi Tehranê re kir û got: "Lihevkirina bi Komara Îslamî ya Îranê re niha bidawî bû." Trump aşkera kir ku wekî gava yekem, wî desthilata tam daye ku "Tengava Hurmizê" bi rûyê keştiyên navneteweyî de bêyî ti lêçûnan were vekirin.
Trump ferman da ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li navçeyê demildest were rakirin û bi şêwazekî balkêş bang kir: "Keştiyên cîhanê, motorên xwe bixebitînin.. bila petrol biherike!" Trump ev lihevkirin wekî "lihevkirineke mezin" pênase kir ku dê aştî û aramiyê bîne navçeyê. Wî bi serbilindî got: "Gelek serokan beriya min hewl da ku bi Îranê re aştî bikin, lê hemû têk çûn."
Serokê Amerîkayê diyar kir, roja Înê, piştî îmzekirina fermî, dê Tengava Hurmizê ji bo paqijkirina mînan were vekirin û bi vî rengî tevgera enerjiyê ya li cîhanê dê vegere rewşa asayî.
Pakistanê lihevkirin piştrast kir: Îmzekirin roja Înê ye
Ji aliyê din ve, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şarîf di daxuyaniyekê de li ser tora civakî "X" aşkera kir, piştî danûstandinên dijwar, Amerîka û Îran gihîştine lihevkirina dawî. Şarîf ragihand, merasîma fermî ya îmzekirina lihevkirinê dê roja Înê, 19ê Hezîranê, li welatê Swîsreyê were lidarxistin.