Ben-Gvir: Îsraîl ne paşkoyê Amerîkayê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Asayişa Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir li dijî lihevkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump a bi Îranê re derket û ragihand, ev lihevkirin ji bo Îsraîlê ne pabendker e.
Itamar Ben-Gvir li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek weşand û tê de tekez kir, Îsraîl dewleteke serbixwe û xwedî serwerî ye û ne "paşkoyê" Amerîkayê ye. Ben-Gvir diyar kir, peywira wan a sereke parastina welatiyên Îsraîlê, leşkerên artêşê û gelê Cihû ye.
Wezîrê Îsraîlê aşkere kir, wan berê ji ber zextên navdewletî paş de gav avêtine û "baca vê bi xwînê dane", wekî mînak jî Peymana Osloyê, şerê 2006an ê Libnanê û siyaseta "xwegirtinê" ya li Xezzayê nîşan dan.
Ben-Gvir got: "Tevî hezkirin û spasiya me ji bo Serok Trump, Îsraîl dewleteke bêhêz û ne paşko ye. Me ev helwesta xwe bi awayekî eşkere gihandiye Serokwezîr (Netanyahu) jî."
Mercên Ben-Gvir: "Heger mûşekek were, em ê Dahiyeyê (taxeke Beyrûtê) bombebaran bikin"
Ben-Gvir mercên xwe yên ji bo her cure lihevkirinekê wiha rêz kirin:
- Divê Hizbullaha Libnanê bi temamî were hilweşandin.
- Divê artêşa Îsraîlê ji wan axên ku kontrol kirine û ji "binesaziya terorê" paqij kirine, venekişe.
- Divê rê li ber vegera çekdaran bo ser sînorên bakur were girtin.
- Heger ji Libnanê êrîşeke dironî yan mûşekî were, divê wekî bersiv herêma Dahiyeyê ya li Beyrûtê were bombebaran kirin.
Di dawiya peyama xwe de, Itamar Ben-Gvir bal kişand ser dîroka 3 hezar salî ya gelê Cihû û got: "Êdî dema ku Cihûyan lêdan dixwar û bêdeng diman bi dawî bû. Em ê êdî serê xwe li ber dijminan netewînin û qet bêdeng nabin."