Nêçîrvan Barzanî: Lihevkirina Amerîka û Îranê ewlehiya navçeyê xurt dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de kir û hêvî xwest ku ev gav bibe sedema xurtkirina aramî, ewlehî û xweşguzariya li tevahiya navçeyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15ê Hezîrana 2026an, peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" belav kir û tê de ragihand ku ew bi dilxweşî pêşwaziya lihevkirina Washington û Tehranê dike.
Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku hemû aliyên peywendîdar bi "niyeta pak" kar ji bo bicihanîna hemû xalên vê lihevkirinê bikin, da ku aştî û ewlehiya li navçeyê hîn bêtir xurt bibe.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya hemû wan alî û welatan kir ku di gihîştina vê serkeftina dîplomatîk de, roleke hêsankar û piştgir lîstine.
Ev peyama Serokê Herêmê piştî wê yekê tê, îro berbangê Amerîka û Îranê li ser lihevkirineke giştgir a ji bo bidawîkirina şer û aloziyan li hev kirin. Di çarçoveya vê lihevkirinê de agirbest li Libnanê tê ragihandin û Tengava Hurmizê bi rûyê bazirganiya deryayî de vedibe.
Tê payîn ku ev lihevkirin roja Înê, 19ê Hezîranê, li Swîsreyê bi fermî were îmzekirin. Li gorî zanyariyên ku di medyayê de hatine belavkirin, Îran dê 24 mîlyar dolar ji pereyên xwe yên asêkirî werbigire û li beramberî wê dê ji bo 15 heta 20 salan dewlemendkirina uranyumê bide rawestandin.