Nêçîrvan Barzanî: Em çendîn mijarên girîng bi Tom Barrack re gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de kir û ragihand, ew bi temamî piştgiriya vê pêngavê dikin. Nêçîrvan Barzanî her wiha bal kişand ser serdana şandeyê Trump bo Hewlêrê û diyar kir, dê mijarên giring werin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyeke taybet de ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, wek Herêma Kurdistanê ew piştgiriyeke tam didin lihevkirina ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de pêk hatiye.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku ev lihevkirin bi lez bikeve warê cibicîkirinê, da ku aştî û aramî li navçeyê vegere. Her wiha tekez kir: "Armanca me ya sereke ew e ku herêmeke bêşer hebe û aştî bibe para her kesî. Ev yek dê bibe sedema geşepêdan û aramiya zêdetir a gelan."

Biryar e sibe roja Sêşemê, 16ê Hezîrana 2026an, Şandeyê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack serdana Hewlêr û Bexdayê bike.

Derbarê vê serdanê de, Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ev yekem serdana fermî ya Tom Barrack wek Şandeyê Serokê Amerîkayê bo Hewlêrê ye û got: "Bêguman em ê wan mijarên ku têkildarî Herêma Kurdistanê û Iraqê ne bi giştî gotûbêj bikin, da ku di qonaxa bê de hevahengiyeke mezintir di navbera hemû aliyan de çêbibe."

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê û destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo yekrêziya navxweyî û diyar kir, ew di vê çarçoveyê de bi hemû aliyên siyasî re di pêwendiya berdewam de ne, da ku pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin.