Axios: Amerîka û Îranê yadaşta hevfêmkirinê bi rengekê elektronîk îmza kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Di pêngaveke nû û çaverênekirî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Cîgirê wî JD Vance ligel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf yadaşta jihevtêgihiştina di navbera Amerîka û Îranê de bi rengekê elektronîk îmza kir.

Malpera "Axios" îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) ji zarê berpirsekî bilind ê Amerîkayî eşkere kir ku Donald Trump û JD Vance yadaşta jihevtêgihiştina ligel Îranê îmza kiriye û ji aliyê Îranê ve jî Mihemed Baqir Qalîbaf îmza li ser kiriye.

Ev pêngava dîrokî piştî danûstandinên tund û xurt ên çend rojên borî tê, ku tê de her du alî ji bo rawestandina şer û asayîkirina rewşa deverê gihîştine têgihiştineke hevpar.

Herwesa berpirsekî bilind ê Amerîkayî jî ji bo ajansa "Reuters"ê piştrast kir ku aliyên Amerîkayî û Îranî ew yadaşta jihevtêgihiştinê îmza kiriye. Reutersê diyar jî kiriye ku ev têgihiştina nû tekeziyê li ser du pêngavên bilez dike: Yek, vekirina yekser a Tengava Hurmizê li ber keştîvaniya navdewletî; û du, rakirina wan dorpêç û astengiyên deryayî yên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser deverê sepandine.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî, piştî civîna ligel Komisyona Aborî ya Parlamentoyê, ragihand: "Roja Înê li Swîsreyê, serokên şandên her du aliyan dê bicivin û gera yekê ya danûstandinên fermî dê bê destpêkirin."

Eraqçî herwesa da zanîn ku herçend ev lihevkirin bibe sedema vebûna aborî jî, lê berpirsên Îranê ji ber ezmûna tal a borî ya Amerîkayê, vê pêvajoyê li ser bin geha "bêbaweriyê" bi rê ve dibe û naxwazin aboriya welatê wan tenê bi vê lihevkirinê ve girêdayî be.

Li ser asta navxwe ya Îranê, Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf peyamek li ser tora civakî ya Xê ji gelê Îranê belav kir, û tê de ev lihevkirin wekî serkeftineke mezin ji bo welatê xwe wesif kir û got: "Bi xweragiriya we ya dîrokî û wêrekiya hêzên çekdar, Îranê pêngaveke mezin ber bi serkeftina dawiyê ve avêt." Tekez jî kir ku neyarên Îranê dixwest wî welatî teslîm bikin, lê "wan nekarî" û niha jî Îran bi serbilindî ve ber bi paşerojê ve diçe.