Li Kerkûkê 250 karmendên kompaniyeke petrolê ji kar hatin dûrxistin

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gundê Xalobaziyan ê li ser sînorê parêzgeha Kerkûkê, 250 karmendên kompaniyeke petrolê ji aliyê rêveberê wê kompaniyê ve ji kar hatin dûrxistin û ji bo malên wan hatin şandin, ev yek jî bû sedema çêbûna nerazîbûn û girseyên karkeran.

250 karmendên kompaniyeke petrolê, îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) li gundê Xalobaziyanê li ser sînorê parêzgeha Kerkûkê, ji aliyê rêveberê wê kompaniyê ve ji kar hatin dûrxistin.

Karmendên wê kompaniyên ji Kurdistan24ê re ragihand ku ev 20 salan berî niha parzinîngeheke petrolê li wê deverê hat avakirin, lê xwediyê wê kompaniyê îro karûbarên 250 karmendan rawestandin û karên wan bi dawî anîn. Karmendan jî, wekî bertek li dijî vê biryarê, dest bi kombûn û xwenîşandanên nerazîbûnê kir.

Yek ji karmendên wê kompaniyê ji Kurdistan24ê re got: "Ev çend sal in ku em li vê kompaniyê kar dikin, lê îro bi hinceta ku kar nemaye karên me bi dawî anîn. Ev jî tenê hincet e, ji ber ku kompaniyên din karê xwe dikin û tu pirsgirêkeke wan nîne; em dizanin ku pirsgirêkeke siyasî heye û em niha baca wê pirsgirêkê didin."

Karmendekî din jî yê wê parzinîngehê eşkere kir ku ev heft roj in karên wê parzinîngehê hatine rawestandin, daku wan bişînin malên wan. Herwesa eşkere jî kir ku niha hêzeke ewlehiyê ya taybet a partîtî di nav wê parzinîngehê de hatiye binecihkirin.

Li gorî gotina karmendekî din, her meh ji aliyê Bexdayê ve 45 hezar dînarên Îraqî wekî bîmeya civakî ji mûçeyên wan dihatin birîn. Karmendan diyar kir ku niha ew hemî di rewşeke xirab a darayî de ne, hejmareke wan kirêdar û deyndar in.