PDK Serê Sala Koçî li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Mektaba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi helkefta hatina Serê Sala Nû ya Koçî, peyameke pîrozkirinê arasteyî tevahiya mislimanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û tê de tekezî li ser xurtkirina çanka pêkvejiyanê û aramiya civakî li Herêma Kurdistanê kir.
Mektaba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) peyamek belav kir û tê de ragihand: "Bi helkefta hatina Yekê Muherewê û Serê Sala Nû ya Koçî, em germtirîn pîrozbahiyan li tevahiya mislimanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikin."
Di wê peyamê de hatiye gotin: "Em hîvîdar in ku ev helkefta pîroz bibe hêvênê xêr, xweşî û rehetiyê ji bo civaka me, bi hemî pêkhateyên wê ve, û bibe sedema bidawîanîna hemî arêşe û nexweşiyan."
Mektaba Siyasî ya PDKê herwesa ragihand: "Di vê derfetê de, em adetê dêrîn ê pêkvejiyanê, xurtkirina canê aştbûn û lêborînê, berqerarbûna tenahiyê û hevahengî û aştbûna civakî li Herêma Kurdistanê tekez dikin."