Wezaretê Petrolê ya Iraqê: Me lihevkirineke gelek baş ligel Kurdistanê heye

Wezareta Petrolê ya Îraqê
Wezareta Petrolê ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê geşbîniya xwe li ser çareserkirina dosyeya petrola Herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku ew gihîştine lihevkirineke sêalî ya pir baş, ku delîveyê bo destpêkirina hinardekirina petrolê xweş dike.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê ragihand: "Di encama nîqaşên navbera Wezareta Petrolê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdsitanê û nûnerên kompaniyên petrolê de, lihevkirineke sêalî ya pir baş bo birêvebirina dosyeya petrolê hatiye holê."

Rukabî eşkere jî kir ku berhema niha ya petrola Îraqê nêzîkî yek milyon û 500 hezar bermîlan di rojê de ye, ku pişkek ji bo bikaranîna navxwe û westgehên berhemanîna kehrebê ye û pişkeka din jî bo derve tê hinartin.

Li ser zêdekirina berhemanînê jî, wî da zanîn ku planên wan hene bigihin asta xwe ya berê (ku nêzîkî 5 milyon bermîl bû di rojê de), lê ev pêngav girêdayî vekirina Tengava Hurmizê ye. Li ser hinardekirina petrolê bi rêya boriya bendera Ceyhanê jî, wî got ku mîqdara petrola hinardekirî ne binecih e, lê bi giştî her rojê 150 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê ve tê hinardekirin.

Li ser civînên ligel kompaniyên biyanî û dayîna piştrastkirina ewlehiyê jî, Selîm Rukabî ragihand ku civîneke astbilind ligel kompaniyan hatiye kirin û behsa hemî astengiyên li pêşiya zivirîna wan hatiye kirin. Di vê civînê de, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî peyman daye kompaniyan ku li pey çareserkirina pirsgirêkan be û daxwaz ji wan kiriye ku yekser dest bi karên xwe bikin.

Berdevkê Wezareta Petrolê herwesa da zanîn ku kompaniyan daxwaza garantiya ewlehiya pêdivî bû, da ku dest bi berhemanîn û hinardekirina petrolê bikin. Li ser dana mafên darayî yên wan kompaniyan jî, Rukabî eşkere kir: "Bi rêya qanûna budceya federal garantiya dana hemî mafan hatiye kirin, lê dê bi awayê silf bê dayîn, heta ku kompaniya şêwirmendiyê ji nirxandina xerciya berhemanîn û veguhastina petrolê xilas dibe û paşê mijar ji aliyê Wezareta Darayî ya Federal ve tê yekalîkirin."