Nêçîrvan Barzanî sersala nû ya Koçî pîroz kir: "Bila bibe sala aştî û aramiyê"
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta sersala nû ya Koçî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û hêvî xwast ku sala nû bibe sala bextewerî, aştî û aramiyê ji bo Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta hatina sersala nû ya Koçî (1448), peyamek belav kir û pîrozbahiyeke germ li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Hatina 1ê Miheremê û sersala nû ya Koçî (1448), bi germî li hemû xwişk û birayên misilman li Kurdistan, Iraq û bi giştî li cîhanê pîroz dikim. Hêvî dikim ji bo her kesî bibe sala bextewerî û serkeftinê."
Serokê Herêma Kurdistanê di dewama peyama xwe de daxwazên xwe yên ji bo herêmê û cîhanê wiha anîn ziman: "Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ev yada pîroz bibe sedema pêkhatina aştî, tebayî, asûdehî û aramiya mayînde ji bo herêma me û tevahiya mirovahiyê û bibe dawiya hemû nexweşî û dijwariyan."