Li Silêmaniyê hejmarek proje tên cibicîkirin û çend cade jî tên nûjenkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Silêmaniyê projeyên nû yên xizmetguzariyê dinirxîne û biryar da ku dest bi nûjenkirin û firehkirina çend cadeyên sereke yên bajêr bike.
Berdevkê Şaredariya Silêmaniyê Encûmen Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand, di çarçoveya plana geşepêdana bajêr û xurtkirina jêrxanê de, ew niha çend projeyên giring dinirxînin. Di nav van projeyan de qîrkirina cadeya dualî ya Şarbajêr, firehkirina cadeya Hewarî Şar û çareserkirina kêşeya zivirgehan "U-turn" hene.
Hesen diyar kir, ew niha kar li ser dîzayna yektirebira nêzîkî Otêla Titanic dikin. Ev proje dê bibe sedema kêmkirina qerebalixiya li ser cadeya Melîk Mehmûd û hêsankirina çûnûhatina şofêran. Her wiha ji bo parastina canê welatiyan, biryar hatiye girtin ku li ber Dadgeha Silêmaniyê pireke perîna peyayan were avakirin.
Derbarê cadeya 100 Metreyî de, berdevkê şaredariyê ragihand ku Wezareta Şaredariyan ji bo 3 cadeyên girêder (hejmar 2, 4 û 6) rezamendî daye û kar li ser qonaxa yekem dest pê kiriye. Ev cade dê navenda bajêr bi şeqama 100 metreyî ve girê bidin. Di qonaxa duyem de jî hejmara cadeyên girêder dê bibe 13.
Şaredariya Silêmaniyê diyar kir, her çend demeke diyarkirî bo dawîhatina projeyan nehatibe danîn jî, armanca wan ew e ku heta beriya sersala nû hemû van projeyan biqedînin.