Gola Nemrûdê dibe navenda geştiyariyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Gola Nemrûdê ku dikeve navbera navçeyên Norşîn, Tetwan û Xelatê yên Bidlîsê, di asta cîhanê de duyemîn mezintirîn gola volkanî ye. di hemû werzan de bedewiyên cuda pêşkêş dike û di nava lîsta "bêhempabûnê" ya geştiyariya Ewropayê de ye. Parêzgarê Bidlîsê dibêje, Gola Nemrûdê di nava çend heftiyan de, dê wek parka nîştimanî were ragihandin û bi vê awayî dê were parastin û bibe navendeke girîng ya geştiyariya navçeyê.

Gola çiyayê Nemrûtê û bedewiya dorûber, di vê werza Biharê de, wek parçeyek ji biheştê dîmenan pêşkêş dike, li bilindahiya çiyayê volkanî, du golên mezin û sê golên werzî hene ku keşûhewayeke cuda didin deverê. Parêzgarê Bidlîsê bi şandeke qelebalix li deverê lêkolîn kir û got, li gel hemahengiya wezaretên Daristan û jîngehê, Kalderaya Nemrûtê dê bibe parka milî.

Parêzgarê Bidlîsê Ahmet Karakaya got: “Em çaverê dikin di nava çend heftiyan de Kaldera Nemrûtê bibe Parka milî. Dê xizmetguzariyên paqijkirinê baş bikin û pêdiviyên geştiyaran dabîn bikin. Ev bedewiya mezin ya Nemrûtê dê geştiyariya Bidlîsê geş bike.”

Gola Nemrûdê di asta Tirkiye û kurdistanê de yekemîn, di asta cîhanê de duyemîn mezintirîn gola volkanî ye. Ava golê zelal û paqij e. Sala 1986 masî li golê hatine danîn û di demeke kurt de zêde bûne. Ji bajarên dûr yên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê jî, taybet mamosta û xwendekarên zanîngehan serdana navçeyê dikin. 

Mamostayê Zanîngeha Şirnexê Mahmut Ozdemîr dibêje: “Ev der mîraseke siruştî ye. Divê bedewbûnên Bidlis û tetwanê yên sirûştî û dîrokî divê bo nifşên bêne parastin.”

Kalderaya Nemrûtê ji rûyê deryayê  2247 metre bilind e. Kûrtirîn devera golê 155 metre ye, rûberê golê 48 kîlometre çargoşe ye û di asta Ewropayê de xwedî xelata "bêhempabûnê" ya geştiyarî ye. Bi golên sar û germ, şikeftên berfê û erdnîgariya bedew bala geştyarên navxwe û biyanî dikişîne.