Îsraîlê êrîşî Libnanê kir û Îranê hişyariyeke tund da
Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî ku Amerîka û Îran gihîştine lihevkirinê bo bidawîanîna şer, êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser başûrê Libnanê berdewam in û bûn sedema kuştina 4 kesan. Li beranber jî, Fermandariya Serbazî ya Îranê Îsraîlê bi 84 carên binpêkirina agirbestê tohmetbar dike û hişyariya bersivdaneka serbazî ya tund dide.
Li gorî raporta Ajansa Fermî ya Libnanê (NNA), dronên Îsraîlê sê timbêl li bajarokên Meysedûn û Şukên li devera Nebatiyeyê kirine armanc, ku ji ber wê 4 kes hatine kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew timbêl "gumanbar" bûne û li wan cihên ku serbazên wan lê hene liviyane, herwesa amaje bi têkbirina çend mûşekên Hizbulahê li eynî deverê kir.
Ji aliyê xwe ve, Qerargeha Navendî ya Xatemûl Enbiyayê ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku artêşa Îsraîlê piştî ragihandina bidawîhatina şer ji aliyê Trump ve, 84 caran agirbest li başûrê Libnanê binpê kiriye û li ser "kuştin û tawanan" li dijî xelkê Libnanê berdewam e.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye: "Artêşa Îsraîlê divê li benda bersiveke pir dijwar ji aliyê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ve be."
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî her îro tekez kir ku her êrîşeke Îsraîlê bo ser Libnanê yan berdewambûna dagirkirina axa wê, wek binpêkirina yadaşta jihevtêgihiştinê (MOU) ya navbera Tehran û Waşintonê tê hesibandin û got: "Bidawîhatina şer bêyî vekişîna Îsraîlê ji axên dagirkirî ne temam e."
Ev jî di demekê de ye ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandiye ku hêzên wan "heta her demekê ku pêdivî be" di nav axa Libnanê de dimînin, ku ev yek xetera têkçûna lihevkirina nû ya navbera Tehran û Waşintonê zêde dike.