Piştî salên hişkesaliyê, kanî û çemên Rojhilatê Kurdistanê zindî bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, îsal baraneke kêmwêne barî. Bi taybet li herêmên Hewraman û Merîwanê, piştî çendîn salên hişkesalî û bêaviyê, kanî teqiyan, çem herikîn û cotkar şa bûn.

Îsal cotkarên Rojhilatê Kurdistanê bi hêvî û kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya demsala Biharê dikin. Piştî baraneke baş a di Zivistan û destpêka Biharê de, siruşta herêmê careke din zindî bûye. Bi sedan kaniyên ku salên dirêj bûn hişk bûbûn, niha careke din teqiyan û çem û rûbar di ser re diçin.

Li gorî amaran, li parêzgeha Sineyê rêjeya baranê ji hemû herêmên din ên Îranê zêdetir bûye. Li gorî zanyariyên Keşnasiya Sineyê:

- Navçeya Dizliya ser bi bajarê Sewlawayê: Bi 2086.5 milîmetre baran, di asta Îranê de li pileya yekem cih girtiye.

- Hewramana Text: Bi 1956 milîmetre baran, li dû wê tê.

- Merîwan û derdora wê: Nêzîkî 1600 milîmetre baran lê hatiye tomarkirin.

Cotkarên ku bi salan bûn ji ber bêaviyê dinalîn, niha ji rewşê pir razî ne. Reûf Nehemedî, niştecihê gundê Kurdemestî yê ser bi navçeya Komasiyê, li ser vê baranê dibêje: "Spas ji Xwedê re, îsal av pir baş e û baraneke zêde barî. Pirsgirêkên me yên avê neman. Kaniyên me hemû teqiyan. Em niha bi dilfirehî bi karê xwe yê çandiniyê radibin."

Her wiha Mihemed Kardanî, cotkarekî ji gundê Deretifê yê Merîwanê, bal kişand ser bandora baranê li ser çandiniyê û got: "Bi sedan kaniyên parêzgeha Sineyê piştî salên bêaviyê zîndî bûn. Ev baran ji bo deşta me û hemû zeviyan nîmeta herî mezin e. Her der kesk û şîn bûye."

Dema ku li navend û rojhilatê Îranê pirsgirêka kêmaviyê û hişkesaliyê heye, li Rojhilatê Kurdistanê tijîbûna bendavan û zindîbûna siruştê wekî mizgîniyekê tê dîtin. Pispor destnîşan dikin ku ev rewş ne tenê ji bo çandiniyê, lê ji bo kerta geştiyariyê jî dê bibe derfeteke mezin. Tê çaverêkirin ku îsal bi hezaran geştiyar berê xwe bidin herêmên asê û bedew ên Hewraman û Merîwanê.

Parastina vê mîrasa siruştî û parastina kaniyan, niha ji bo nifşên nû yên herêmê wekî erkekî sereke tê dîtin da ku bandora hişkesaliyên egera paşerojê kêm bibe.