Encûmena Wezîran genimê cotkaran û du mijarên din gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 17ê Hezîrana 2026an dicive.

Di civînê de sê mijarên sereke dê bên gotûbêjkirin:

1- Wergirtina berhema genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve ji bo werzê îsal; di vê çarçoveyê de dê gotûbêj li ser plana salane, pirsgirêk û rêyên çareseriyê bê kirin.

2- Biryardan li ser mijara xanenşînkirina wan endamên Encûmena Parêzgehên Herêma Kurdistanê ku mercên yasayî yên temen û salên xizmetê di wan de hene.

3- Rawestandina sûdmendbûna kesên xwedî dahatên bilind ji projeya "sebeta xurekan" a navendî ku ji aliyê Wezareta Bazirganî ya federal ve ji ser xercên hakim tê dabînkirin û taybetkirina vê projeyê tenê ji bo kesên xwedî dahatên kêm.