Trump rê li ber êrîşeke Îsraîlê ya li ser Xezzeyê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza Îsraîlê ya ji bo destpêkirina operasyoneke nû ya serbazî li ser Kerta Xezzeyê red kir. Hat ragihandin ku piştî vê biryarê, Îsraîlê dest bi "tevlîkirina bêdeng" a hinek deverên Xezzeyê kiriye.

Li gorî nûçeya Kanal 13 a Îsraîlê, rayedarên siyasî û ewlehiyê yên Îsraîlê planeke berfireh ji bo êrîşeke serbazî li ser Kerta Xezzeyê amade kiribûn, lê rêveberiya Donald Trump ev plan red kiriye.

Çavkaniyên dîplomatîk û ewlehiyê ji kanalê re ragihandin, hûrgiliyên operasyonê ji bo rayedarên Amerîkî hatine şandin, lê Washingtonê dijberiya xwe nîşan daye û daxwaza rawestandina operasyonê kiriye. Ev yek bûye sedem ku Îsraîl plana xwe rawestîne yan jî bo demeke nediyar paş bixe.

Piştî redkirina planê ji aliyê Amerîkayê ve, artêşa Îsraîlê taktîka xwe guherandiye. Hat diyarkirin ku Îsraîl niha bi awayekî "bêdeng û qonax bi qonax" hinek navçeyên nav Xezzeyê tevlî axa xwe dike bêyî ku bi fermî ragihîne. Ev pêngav bi mebesta dûrketina ji rageşiyên siyasî yên navdewletî bi baldarî tê meşandin.

Ji aliyê din ve, welatên navbeynkar ji ber helwesta Tevgera Hamasê ya di danûstandinan de nîgeran in. Tê gotin ku Hamas sozên xwe yên li hemberî rêveberiya Trump û welatên Ereb bi cih neanîne, lewma navbeynkar ji vê reftarê hêrs bûne.

Beriya 10 rojan, şandeke Hamasê bi serokatiya Xelîl El-Heyye gihîşt Misirê, da ku li ser qonaxa duyem a plana aştiyê ya Trump biaxivin. Di vê qonaxê de mijara herî giring "bêçekkirina Hamasê" ye.

Lêbelê, çavkaniyên Filîstînî diyar dikin ku Hamas bi tundî mercê bêçekkirinê red dike. Hamas ragihand ku ew ê tenê di rewşekê de çekên xwe berdin ku "Dewleta Serbixwe ya Filîstînê" were avakirin.

Rojnameya "Wall Street Journal" jî li ser zarê çavkaniyekî Îsraîlî nivîsand, Îsraîlê planên xwe yên ji bo destpêkirina êrîşên li ser Xezzeyê piştî bidawîbûna rageşiya bi Îranê re amade kirine. Li gorî rojnameyê, heke rêyên siyasî û dîplomatîk bi ser nekevin, Îsraîl xwe ji bo qonaxeke nû ya şer û aloziyê amade dike.