Parêzgarê Bexdayê: Em dixwazin feydeyî ji ezmûna serkeftî ya Kurdistanê werbigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Parêzgarê Bexdayê kir û di civînê de tekezî li ser pêşxistina hevahengiyê bo başkirina xizmetkariyên giştî hat kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Parêzgarê Bexdayê Atwan Atwanî û şanda ligel wî kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser pêdivîtiya pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Bexda û parêzgehên din ên Îraqê ligel Herêma Kurdistanê hat kirin, bi armanca ku astê xizmetkariyên giştî bo welatiyan bê baştirkirin.

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye diyarkirin: "Parêzgarê Bexdayê pesnê avedanî û pêşkeftina tevalî ya Herêma Kurdistanê kir û daxwaza xwe bo wergirtine feydeyî ji ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê nîşan da."

Ji aliyê xwe ve, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo her hevkariyeke pêdivî ligel Bexda û parêzgehên din ên Îraqê tekez kir.