Serokwezîrê Pakistanê: Yadaştnameya Amerîka û Îranê yekser tê cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, bi navbeynkariya Pakistanê, li ser yadaştnameyeke ji bo bidawîkirina şer li hev kirin. Li gorî peymanê, Tengava Hurmizê vedibe û dorpêça li ser Îranê tê rakirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan berbengê, 18ê Hezîrana 2026an, "Yadaştnameya Îslamabadê" bi awayekî dîjîtalî îmze kir. Ev peyman wekî werçerxaneke dîrokî ji bo bidawîkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê tê dîtin.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" ragihand, ev peyman bi awayekî elektronîkî hatiye îmzekirin û wî bi xwe wekî navbeynkar ew pesend kiriye. Şerîf tekez kir ku peyman "yekser ketiye warê cibicîkirinê" û pêngavên destpêkê wiha ne:

- Îran: Demildest Tengava Hurmizê bi rûyê keştiyan de vedike.

- Amerîka: Dorpêça deryayî ya li ser peravên Îranê radike.

Şerîf di peyama xwe de spasiya tîmên danûstandkar ên Amerîka û Îranê kir. Her wiha wî bal kişand ser rola "zanyarane" ya Rêberê Bilind ê Îranê Muctaba Xameneyî û Pizîşkiyan di vê pêvajoyê de.

Serokwezîrê Pakistanê her wiha spasiya welatên mîna Qeter, Erebistana Siûdî, Tirkiye û Sûriyeyê kir ku ji bo aramiyê navçeyê alîkar bûne. Bi taybetî jî, rola Marşal Seyîd Asim Munir di hêsankirina vê rêkeftinê de bilind nirxand.

Biryar e sibe roja înê 19ê Hezîranê, bi mêvandariya Pakistan û piştgiriya Qeterê, li Swîsreyê merasîmeke fermî ji bo destpêkirina gotûbêjên teknîkî were lidarxistin. Her du welatan li hev kirine ku di nava 60 rojan de bigihîjin çareseriya dawî û di vê demê de li ser hemû eniyan dawî li her cure dijminatiyê bînin.

Ev "Yadaştnameya Îslamabadê" armanc dike ku bi awayekî mayînde şerê li navçeyê rawestîne û krîza ku bandoreke giran li aboriya cîhanê û bazara enerjiyê kiribû, çareser bike.