Pond û bendavan metirsiyên li ser ava bin erdê kêm kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeyên stratejîk ên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina bendav û pondan, bûne sedema parastina ewlehiya avê û bilindbûna asta ava bin erdê. Li hinek navçeyan asta avê heta 100 metreyan bilind bûye.

Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê di Wezareta Çandiniyê de Karwan Sebah Hewramî îro 18ê Hezîrana 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, avakirina bendav û pondan (golan) ne tenê ji bo dabînkirina ava îro ye, lê mîsogeriya jiyanê ji bo nifşên paşerojê ye.

Rêveberê Giştî diyar kir, di 20 salên borî de ji ber guherîna keşûhewayê û kolandina bîrên bêserûber, ziyaneke mezin gihîştibû ava bin erdê. Lê niha bi saya 8 projeyên zanyarî yên dagirtina avê û bikaranîna ava sererdê di projeyên wekî Îfraz û Quştepeyê de, rewş baştir bûye. Li piraniya navçeyan asta avê di navbera 2 heta 23 metreyan û li hinek navçeyên taybet jî heta 100 metreyan bilind bûye.

Derbarê bîrên neyasayî de, Hewramî got: "Ev diziya ji milkê giştî ye. Tenê ji sala borî ve heta niha li derdora Hewlêrê dest li ser nêzîkî 800 amûrên bîrkolanê yên neyasayî hatiye girtin." Hikûmetê wekî alternatîf, projeya "Ponda Herwizî" ji bo cotkaran daye destpêkirin û 1.5 milyar dînar ji bo piştgiriya cotkaran a di avakirina pondan de terxan kiriye.

Rêveberê Bendavên Herêma Kurdistanê Rehman Xanî ragihand, bendavan karîne rêjeya komkirina avê li Herêmê bi rêjeya %15 zêde bikin û Herêmê ji metirsiya lehiyê biparêzin. Xanî diyar kir ku niha 12 bendav di qonaxa cîbicîkirinê de ne, lê ji ber qeyranên darayî û siyasî tenê kar li ser 6 bendavan berdewam e.

Her wiha Serperştiyê Cîbicîkar ê Bendava Duwînê Ebdullah Gerdî aşkere kir, projeya wan gihîştiye qonaxa %15an. Gerdî got, herçend îsal 60 mîlyon metre sêca av di devera projeyê re derbas bûye, lê piştî temambûna bendavê, dê ev av hemû were komkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya siyaseta nû ya rûbirûbûna hişkesaliyê de, her dilopeke baranê wekî "sermayeyeke nîştimanî" dibîne û projeyên xwe bi vê rewangehê dimeşîne.