Mesrûr Barzanî spasiya xelkê Helebce û Hewramanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, spasiya xelkê parêzgeha Helebce û devera Hewramanê kir ji bo hewildanên wan ên di dîtina termê geştiyarekê de. Her wiha daxwaz kir ku rênimayên ewlehiyê li cihên geştiyariyê werin tundkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Hezîrana 2026an peyameke spasiyê belav kir û tê de bal kişand ser çalakiya mirovdostî ya xelkê herêmê ya ji bo dîtina termê keçeke geştiyar a bi navê "Ruqeya" ku xelka Kerbelayê bû.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Ez spasiyeke pir taybet û pêzanîna xwe pêşkêşî xelkê xoşewîst, ciwanmêr û mirovdost ê parêzgeha Helebce û devera Hewramanê dikim. Wan di çend rojên borî de hewildaneke bêrawestan û koşîneke bêwêne nîşan dan ji bo dîtina termê geştiyara xelka Kerbelayê ya bi navê Ruqeya."

Mesrûr Barzanî her wiha destnîşan kir, ev helwest ji kultûra bexşendeyî û mirovdostiya xelkê Kurdistanê ne xerîb e. Herwiha bi taybetî destxweşî li Parêzgara Helebceyê, hêzên ewlehiyê, tîmên berevaniya şaristanî û hemû xwebexşên ku di vê xebatê de cih girtin, kir.

Serokwezîr di beşeke din a peyama xwe de sersaxî ji malbat û kesûkarên keça xeniqî re xwast û hêvî kir ku cihê wê bihuşt be.

Ji ber zêdebûna bûyerên xeniqînê di demên dawî de, Mesrûr Barzanî ferman da saziyên peywendîdar ên hikûmetê û got: "Mixabin di vê demê de karesatên diltêz ên xeniqînê zêde bûne. Ji ber wê, divê aliyên peywendîdar rêkar û rênimayên pêwîst ji bo xweparastinê li cihên geştiyariyê tundtir bikin; bi taybetî li nêzîkî çem, bendav û çavkaniyên avê."

Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî bang li welatî û geştiyaran kir ku rênimayên ewlehiyê li ber çavan bigirin û hişyar bin, da ku can û silametiya wan û kesûkarên wan nekeve metirsiyê.